9'ê Gulana 2010’an: Şoreşgerên ji mirinê nexwarin!
Rejîma Îranê beriya niha bi 8 salan, 9’ê Gulana 2010’an li girtîgeha Tehranê yek jê jin 5 girtiyên siyasî înfaz kir.
Rejîma Îranê beriya niha bi 8 salan, 9’ê Gulana 2010’an li girtîgeha Tehranê yek jê jin 5 girtiyên siyasî înfaz kir.
Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Eslamiyan. Dihate îdîakirin ku her çar jî endamên PJAK’ê ne. Li ser Eslamiyan jî dihate îdîakirin ku endamê ‘Meclîsa Kraltiya Îranê’ ye ku alîgirê monarşiye ye.
Şîrîn Elemhûlî çalakgerek bû, şoreşger bû. Kemanger, Heyderiya û Wekîlî mamoste bûn. Li ser wan ti delîl nebûn. Bi danişînên ji çav re, yên ku çend deqeyan dom kirin, li ser wan biryara darvekirinê hatibû danîn. Weke gelek girtiyên dî yên siyasî li ser wan dihate gotin ku ‘’dijminatiyê bi Xwedê re dikin’’. Muxalefeta li rejîma Îranê li hêla rejîmê mîna ‘’muxalefeta li Xwedê’’ dihate şîrovekirin. Rejîm, ji hêlekê ve xwe dikire şûna Xwedê.
JIYANA DEMA GIRTÎBÛNÊ YA ELEMHÛLÎ: ÊŞKENCE Û TEHDE
Sibeha 9’ê Gulanê 5 girtiyên siyasî li girtîgeha Evînê hatin darvekirin. Beriya van înfazan jî hebû. Piştre jî berdewam kirin. Îran li cîhanê din av wealtan de ku pir mirovan dar ve dike ya herî li pêş e.
Elemhûlî 28 salî bû. Beriya darvekirinê bi rojekê nameyek nivîsî û di nameye de nehiqûqî destnîşan dikir û digot biryara hatî standin siyasî ye. Nameyê wiha dest pê dikir, ‘’Îro 2’yê Gulana 2010’an e. Dîsa lêpirsîna min kirin…’’
Ez nizamin ev hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encam de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Lêpirsger got: me dixwest par te berdin, lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, heya vir (rewş) dirêj kir. Lêpirsger bixwe jî li xwe mukir hat ku ez tenê rehîneyek im, di destên wan de. Heya negihîjin armanca xwe wê min li vir ragirin. An jî di encamê de ez ê bême dardekirin. Lê nema azad dibim.
Ev name beriya darvekrinê bi 4 rojan hatibû nivîsîn. Elemhûlî 3 salên dema girtîbûnê nivîsîbû, digot parêzerek ku parastina wê bike jî nebû. Li ser jiyana xwe ya girtîbûnê bi du peyvan her tişt digot: ‘’Êşkence û tehde.’’
LÊ FERZ DIKIRIN KU KURDBÛNÊ ÎNKAR BIKE
Elemhûlî ya ku êşkence lê dihate kirin digot, ‘’Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême dardekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e? wê demê ez dibêjim ez Kurd hatime dinyayê û ji ber vê jî min pir êş û mehrûmiyet kêşane. Zimanê min Kurdî ye. Wiha ez bi malbat, heval û nasên xwe re têkîlî çêdikim. Ez bi vî zimanî mezin bûme û zimanê min pira têkîliya me ye. Lê destûr nîne ez bi zimanê xwe biaxivim, bi zimanê xwe perwerde bibînim û destûr nîne ez bi zimanê xwe binivîsim.’’
Nameyê bi kurtî wiha dom dikir:
‘’Ew îşkenceyên we li ser min pêkanîn, bûye kabûsa şevên min. Ew êş û derda rojane ku ji ber îşkeceyan çêbûne, rojane bi min re ne. Derbeyên ku li serê min hatine xistin, serê min nexweş kiriye. Hin rojan êşên dijwar êrîşî min dikin. Serêşa min ewqa zêde dibin ku êdî ez hay ji xwe namînim. Bi saetan ez ji ser hişê xwe ve diçim û di encam de ji pozê min xwîn diherike. Paşê hêdî hêdî ez têm ser hemdê xwe û şiyar dibim.’’
GOTINÊN DAWÎ YÊN BERIYA DARVEKIRINÊ
‘’Ez dizanim we ev kiryare ne tenê li ser min û malbata min, li ser hemû zarokên Kurdan, bi taybet ên wek Zeyneb Celaliyan û Ronak Sefarzade jî pêk anîye. Çavên dayîkê Kurdan her roj bi bendewariya dîtina zarokên xwe şilî ne. Her bifikar in ka wê çi biqewime. Her ku zîla telefonê lêdixe, ditirsin ku agahiya dardekirina zarokên xwe bibihîzin.
Îro 2’ê Gulana sala 2010 e. Careke dî ji bo lêpirsînê ez birim odeya 209’an a girtîgeha Êvînê. Carek din îtîhamên bêkok dubare kirin. Ji min xwestin ku bi wan re hevkariyê bikim da ku hukmê dardekirinê bişkê. Ez nizamin ev hevkarî tê çi wateyê, di rewşekê de ku ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştekê ji bo gotinê nemabe. Di encam de wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Lêpirsger got: me dixwest par te berdin, lê ji ber malbata te hevkariya me nekir, heya vir (rewş) dirêj kir. Lêpirsger bixwe jî li xwe mukir hat ku ez tenê rehîneyek im, di destên wan de. Heya negihîjin armanca xwe wê min li vir ragirin. An jî di encamê de ez ê bême dardekirin. Lê nema azad dibim.’’
KEMANGER Ê KU VÎNA WÎ, HEVKIRINA WÎ NEHATÎ ŞIKANDIN
Ferzand Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan 2006’an bi hev re hatibûn girtin. Kemanger berpirsê ragihandinê yê Komeleya Mamosteyên Kurdistanê bû. 2008’an piştî danişîneke ku 7 deqeyan dom kirî cezayê darvekirinê li wan hate birin. Kemanger 33 salî bû. Li Tehranê dema ku li benda darvekirinê bû, bi nameyekê got ew organên xwe xelat dike.
Kemanger digot, ‘’Ev bi mehan e li girtîgehê me’’. Nekarîbûn vîn, hezkirin û mirovatiyê bişkînin û serî lê bitewînin. Werîsê dada Îrane ji bo ku jiyana wî bistîne hatibû çêkirin. Xwedî dilekî mezin bû. Dilê wî yê ku ew xelat kirî, îro di singa wan kesan de ku vîn, hezkirin û mirovahiya wan nehatiye şikandin dikutkute.
DILÊ WÎ YÊ KU DI SÎNGA ZAROKAN DE DIKUTKUTE
Kemanger wiha digot:
“Car din silav nazdara min
Dema te ji min pirsî ji kîjan awazê hez dikî da ku bo min bijenî, bo demekê ponijîm, bêdeng bûm, min hizra xwe ser û bin kir da ku bikaribim awaza ku hemû hestên min piştî demeke dirêj a dûrbûna ji te nîşanbide, bilêv bikim.
Min xwest xweştirîn û aşiqanetirîn awazê hilbijêrim. Lê min hêj navê awazê negotibû ku te awaza ‘’Nazdara Miryem’’ bi xweşî bo min jenî, da têlên telefonê wan hemû hest û şahiya te û awaza nazdara Miryem bigehînine dilê min.
Pirsa te û awaza ’’Nazdara Miryem’’ hencetek bû bo nivîsandina wê dilnivîsê. Nameya ku dizanim bi caran dê vebibe û dê bête xwendin,lê hêvîda rim kesa dawî ku nameyê dixwîne tu bi xwe bî.
Dilovana min: Her strana ku min di hizra xwe de hilbijart,nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çewisnerî, qamçiya bêedaletiyê, cewra nêçîrvan û hêsira dayikan têde hebû.
Ji wê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê raweste. Min berê xwe da awazên welatê xwe. Min dît di muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna risasê û şopa postalên eskerî heye. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo jenînê hêzek di destên te de nemîne.
Min biryar da ji te re bêjim, tu bi xwe helbestekî binivîsî û awazeke tije ji hêviyê biafirînî. Awaza ku bi dizî nebêjîn, hêdî didil de neyê gotin û ji ber vê nehêne girtin, awaza ku bi gotina wê, çavên me tije hêsir nebin û berê me nede çarçoveya wêneyên daliqandiyên ser dîwar û nebe sedema hilke hilka giriyana me.
Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.
Tenê ji bîr neke: noteya awazê ji bo keçikekê binivîse ku hez dike Maderê (1)’’Dayê’’ û Zenê(2) binivîse ’’Jin’’. Lê mixabin, mixabin nizane ku di sibe rojê de dema bû dayik, bi hêviya cinsiyeta nêrbûnê li tovê rehima wê digerin.
Ji bo keçikekê ku di welatê wê de, jin ji bo giheştina mafên serekeyên xwe lazime hepsê bibînin.
Ji bo keçikekê ku di sibe roja mezinbûnê de, li pey ezîzê wenda bûyi yê xwe, girtîgeh bi girtîgeh digere û ji bo vedîtina navê ezîzê xwe di nava kesên zindî de, çav li kaxeza zeliqandiya ser derê girtîgehê birriye.
Noteya awaza xwe ji bo kurikekî binivîse ku dixwazenan bi ’’çurek’’ û avê binivîse ’’su’’. Lê mixabin, mixabin nizane ku sifreyawala ji nan a bavê wi yê karker bi tu ziman û peyvekî tije nabe.
Ji bo destên qelişyayên bavê wî, ji bo çavên ne ronêndayika wî noteyekî binivîse ku mizgîniya nan be, noteya ku hizra feqirî ûnewekheviya salên dûr û dirêjên jiyana wî dubare neke.
Ji bo dayika ku bi salane çav li derî, li benda hatina zarokên xwe ye û hemû rojên pêncşeman goreke bênav û nîşan û nav hev de şikestî, dûr ji çavên xelkê hembêz dike, helbestekî binivîse. Dayika ku bi salane ji ber ewqas hêvî û wefadariya xwe, roj şermizar kiriye.
Ji bo bavên ku bi dîtina her take dareke serwê, dikevine hizra tenêtî ûxeribiya goristana ku bi salane zarokê wî di nav xwe de hilgirtiye û ji dûr ve çav lê birriye û hesreta giryaneke ji dil, li ser mezara zarokê/a xwe di dil de hiştiye.
Helbestekî ji xwişka ku hê jî hêviya şahiya di daweta birayê wê, li ser dilê wê giraniyê dike û her rojên înê û bi bihîstina dengê şadî û daweta xelkê re,li wêneyê toz girtiyê birayê xwe li ser dîwar dinêre û çavên wê ewrî dibin.
Dilovana min: bi min re yan jî bêy min, here welatê min. Gîliyan neke kuzêde jê hez dikim, bawer bike ji bo min pereke ji vê cîhanê, naxwazim dewra wêdîwarekî bikêşim û ji cîhanê cuda bikim, lê êş û janên bê hejmarên wî xelkî, girêdayin bûna bi welat re şirîntir dike.
Êşên ku bi salane di demar û rihên me û welatê me de cîh xweş kiriye, janênku hemzad û bi şêniyên wê reye.
Awaza xwe hema li vê derê çêbike, lê bihêla tama tehla xizaniyê rîtma wê be. Helbesta xwe hema li vê derê binivîse, lê bihêle kêşa vê li ser bingeha hêvî û dinyayeke wekhev be.
Li vê derê: di nava çiya û daristanên berûyan ku take piştîvan û hevalên xelkê welatê me ne, li rex rûbarên ku hêsirên negiryayiyên xelkê ji nav dilêçiyayan heya dûrdestan dibe, ku di tenêtî û deryayeke dûrdest de bigiriyên,rûnê û awaza xwe biafirîne.
Li vêderê, bi min re yan jî bêy min, wê hemû mezinahî û bedewiyê weke girêdayin bûna me bi welatekî re, ku hemû carê du caniyê êşêye, welatê ku zarokênwê ji bo êş kişandinê bejna wan bilind û mezin dibin, danîşe: Li şûna min destdane ser xaka welatê min û di guhê wêde bêje:
Ey xaka mak
Ey dayika welat
Li wir:
Di dilê te de
Hestî û bîranînên kalikên min veşartî ne
Li wir:
Ejdad û kalik û zarokên min hatine defin kirin
Hey welatê min
Ey dayika kalikên min
Xweziya cardin bedewiyên te hiss bikim
Li xweşik bûna te binêrim
Tevlî bêdengiya te bibim
Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim
Û
Hêsirên te bigiryêm
xweziya...
Bi hêviya cardin dîtina te û hilatina Rojê
(1) Di zimanê farsî de Mader bi wateya Dayikê ye.
(2) Zen bi wateya Jinê ye.
(3) Name çend meh beriya bidarvekirina mamsote Ferzad Kemanger, di girtîgeha Êvîne de û ji bo hezkiriya xwe nivîsiye!
(4) Name bi deng û cara pêşîn bi zimanê farsî di ajansaNNSROJ de bilav bûye.
(5) Ji ber dereng bilav bûna nameyê, ew name di pirtûka nameyên Mamsote Ferzad kemanger de''Avabûna Stêrkan, mizgîna hilatina Rojêye'' de bilav nebûye!
ÎHSAN FETAHIYAN: JI MIRINÊ QET NETIRSÎM
Beriya darvekirina van 5 girtiyên siyasî darvekirina aktîvîst û derhênerê fîlm Îhsan Fetahiyan bûbû sedema helwesteke mezin. Aktîvîstê Kurd Fetahiyan 2009’a beriya li Girtîgeha Sinê were darvekirin nameyek li pey xwe hiştibû.
‘’Ez qet ji mirinê netirsiyam. Niha jî natirsim. Ez li cem xwe hebûna mirinê ya bi meraq û dirûst hîs dikim. Ez dixwazim her demê tirsa wê hîs bikim û dîsa keşf bikim. Mirin bû hevrêyê herî qedîm ê vê cîhanê. Ez naxwazim behsa mirinê bikim; dixwazim balê bikişînim ser problemên li pişt tê. Heke ji bo kesên ku li azadî û dadê diğerin cezayê ku bidin ev be, wê çawa ji qedera xwe bitirsin? Ên ‘ji nav me’ ku ‘ji hêla wan ve’ hatin darvekirin, tenê ji ber ku li cîhaneke baştir û dadmend geriyan sûcdar in. Ew hat ji vê hene?’’