Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya 31'emîn di 12'ê Cotmehê de ye

Pêşbirkina Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya 31'emîn wê di 12'ê Cotmehê de li paytexta Elmanya Berlînê li navnîşana Gustav-Adolf-Strasse 2, Berlin'ê bê lidarxistin.

PÊŞBIRKA HUSEYÎN ÇELEBÎ

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelekbî ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 31'ê pêk tê. Pêkbirka Îsal wê li paytexta Elmanya Berlînê ji bo bîranîna Rifat Çelebî bavê şehîd Huseyîn Çelebî bê lidarxistin.

Rifat Çelebî ku par jiyana xwe ji dest da, di nava salên dûr û dirêj de tevkarî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û têkiliyeke şoreşgerî bi kurê xwe re danîbû.

Komîteya Amadekar karekî berfireh kir û ji bo vê çalakiya hunerhezan amadekarî temam kir. Li gel nivîskarên naskirî her wiha wê berhemên ciwanan jî bêne nîşandan.

Berhemên di pêşbirkê de wê ji aliyê jûriya ji kesayetên şareza ve bê nirxandin. Di nava endamên jûriya îsal de di zimanê Tirkî de Meral Şîmşek, Sefkan Kobanê û Şukru Yildiz, bi zaravayê Soranî yê Kurdî Behrouz Boochani, bi zaravayê Kurmancî Ramazan Olçen û Sîdar Jîr hene. Ji bo nirxandina Elmanî jî Şeyda Kûrt û Damon Talaghanî endamên jûriyê ne.

Di çalakiya 12'ê Cotmehê de li gel xwendina çîrok û helbestan her wiha wê axaftin bêne kirin, panel û atolye bêne lidarxistin. Li gel bernameya wêjeyê wê çalakiyên şano û muzîkê jî hebin. Mîna her salê axaftina destpêkê ya pêşbirkê wê ji aliyê YXK û JXK'ê ve bê kirin. Her wiha wêjevanên ji PEN a Kurd jî wê di çalakiyê de biaxivin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku tevlîbûna îsal a li pêşbirkê ji salên derbasbûyî hîn zêdetir e.

Di daxuyaniya komîteya amadekar de hate gotin, "Em dixwazin pêşbirka çîrok û helbestan a Huseyîn Çelebî her sal berfireh bikin. Salên derbasbûyî nûnerên civakên ji çandên cuda yên mîna Tamîl û Baskê hunera xwe nîşan dan. Îsal jî yekemcar wê berhemên bi Farsî beşdar bibin. Bi vî rengî em dixwazin platformeke ji temsîla hemû parçeyên Kurdistanê ava bikin. Em projeyên cuda plan dikin ku nişfê ciwan teşwîqî wêjeyê bikin. Ev proje wê di dema festîvalê de bêne ragihandin."