BI DÎMEN

Gelbûyîna bi çand û hunerê -I

Endamê Meclîsa Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser tevkariya çand û hunerê ya li şoreşê kir û got, “Ya ku ruh bide qadên siyasî, dîplomasî, leşkerî û aboriyê hişmendiya çand û hunerê ye.”

LI ROJAVA ÇAND

Endamê Meclîsa Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl li ser karên çand û hunerê yên beriya Şoreşê yên li Rojava û bandora karên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser vî karî ji ANF’ê re nirxand.

Aldar Xelîl got, “Hatina Rêbertî ya li Rojava bi tena serê xwe şoreşek bû. Rêbertî 20 salan li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ma û bandora vê mayina Rêbertî hîn jî dewam dike. Di nava van 20 salan de ji aliyê xwedîderketina li nirxên pîroz û welatparêziyê ve çandeke dîrokî afirand. Rêbertî bi esasî pênaseyeke nû ya çandê pêk anî. Beriya Rêbertî nêzîkatiya li çandê nêzîkatiyeke klasîk bû. Çand tenê bi berhemên hunerî yên weke muzîk û şanoyê dihate dîtin. Beriya Rêbertî çand bi kûrahî nedihat pênasekirin. Rêbertî pênaseya rast a çandê destnîşan kir. Her mijareke ku bi destê civakan hatiye afirandin û pêşvebirin weke çandekê nirxand. Weke ispata hebûna civakan nirxand. Ji ber vê yekê jî ji pêwîstiyên jiyanê heta bi amûrên pêwîstiyan, kinc û rêbaza lixwekirinê, muzîk, hest, ziman û nêrînên civakê weke çandekê dît.

Rêbertî cudahî nedixist navbera çandên gelan. Tenê qala çanda Kurd nedikir. Digot, çanda Rojhilata Navîn bi taybetî jî çanda Mezopotamyayê hevdu temam dike. Rêbertî li Rojavayê Kurdistanê ne tenê karê siyasî kir. Girîngiyeke mezin da karên çandî jî. Ji bo pêşvebirina welatparêziyê, misogerkirina yekbûna civakan û naskirina heqîqeta civakê destnîşan dikir ku beriya siyasetê divê çand zindî be. Ji ber vê jî giranî dida ser karên çandî. Mînak; Pîrozbahiyên Newrozê rastiya dîrokî ya gelê Kurd bûn. Pîrozbahiyên Newrozê ne tenê weke nîşandana muzîk, şano û skeçan a ji bo gel didît. Dixwest kevneşopiya Newrozê ya ku yekbûna gelan a li dijî zilmê nîşan dida, dewam bike. Di roja Newrozê de dixwest çanda gelan zindî bike. Ji ber vê yekê Rêbertî gava xwe ya destpêkê bi vî rengî avêt. Digot, divê Newroz bigihêje wateya xwe. Beriya ku Rêbertî nêrîna xwe ya li ser Newrozê bibêje û bi rêxistin bike, Newroz li Rojava mîna pîknîkê derbas dibû. Her kesî kon vedida, xwarin çêdikir, hinekî govend digerand, vedigeriya mala xwe, yanî weke cejneke asayî derbas dibû. Lê belê Rêbertî got, Newroz ne pîknîk e, roja berxwedanê ye, roja mezinkirina têkoşînê ye, yekbûn û çanda civakan e. Bi vî rengî weke rojeke berxwedanê hate pîrozkirin. Ji ber ku li Rojava bêderfetî, qedexe û zilm hebû, di roj û pîrozbahiyên bi vî rengî de derfet ji bo xwedîderketina li heqîqata çandê bi dest diketin. Bi deh hezaran kesî kesk, sor û zer girê didan, bi kincên neteweyî li hev kom dibûn, bi hest û fikrên xwe stran digotin, şano dikirin ku vê yekê ruhek diafirand. Ev hemû afirandina çandeke nû bûn. Bi vî ruhî re Rêbertî gihîşt wê biryarê ku divê li her bajar û taxê komunek bê avakirin.”

Têkildarî karê destpêkê yê hunerê, bi taybetî jî avakirina koman, Aldar Xelîl nirxandineke bi vî rengî kir:

“Di nava van koman de tenê aliyekî hunerî tine bû. Cih dida her beşê hunerê. Gelek ciwan tevlî nava van koman bûn. Hunera hin mirovan tine bû lê belê tevlî koman dibûn. Bi van koman re ruhekî şoreşê hebû, ruhekî welatparêzî û şoreşgerî hebû. Carna gelekî amator jî bûn. Li gel vê yekê Rêbertî girîngiyeke mezin dida karên çand û hunerê. Rêbertî di perspektîf û fermanên xwe de timî bal dikişand ser girîngiya karên çand û hunerê. Bi rêya van koman çalakiyên cuda yên gel dihatin lidarxistin. Li gel zilm û zordariya rejîma Baasê jî gel ji bo tevkariyê li aboriya şoreşê bike bi dilxwazî li nava zeviyan dixebitî û van koman jî bi hunera xwe bi gel re tevdigeriyan. Bi saya van karan hinek tevlî nava şoreşê bûn, piraniya ciwanên tevlî bûn veguherîn şoreşger, siyasetmedar, şervan, pêşengên gel û gerîla. Heta salên 1985 û 1990’î tevlîbûna li nava şoreşê bi rêya van koman bû. Rêbertî karên çand û hunerê ji karên siyasî, aborî, leşkerî û neteweyî cuda nedidît.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava li ser mîrateyekê ava bû û got, “Bala xwe bidinê, di sala 2011’an de dema ku bihara gelan destpê kir gelek tevger û rêxistin hebûn lê belê ti ji wan nekarîn gaveke bi vî rengî biavêjin. Çima? Ji ber ku tevgera me xwedî mîrateyekê bû. Rêberê me 20 salan li Rojava kar. Bi dîlgirtina Rêbertî re 12 salan li ser xeta polîtîkaya 20 salan karên rêxistinî dewam kir. Karekî ne ji sifirê destpêkirî bû, lê belê li ser bingeha karê berê dihate meşandin. Di nava karên ku li Rojava weke mîrateyekê dihate dîtin, karên çand û hunerê jî hebûn. Berhemên ku hatin afirandin hîn jî kelecan, moral, hêz û manewiyat dida gel. Serhildan, berxwedan, welatparêzî, yekbûn, xwedîderketina li nirxan çandeke azadî û xwişk û biratiya gelan afirandibû. Dema ku pêvajoya bihara gelan destpê kir, di gelek mijaran de amade bû û firsendek afirîbû ku kar li ser ya heyî bê meşandin. Ji ber vê jî di gavavêtinê de me zehmetî nekişand.”

Aldar Xelîl destnîşan kir ku armanca şoreşê di çarçoveya demokrasiyeke nû û heqîqeta dîroka gelan de afirandiya mejiyekî ye û got, “Rast e pêwîstî pê heye ku ev şoreş ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê ve bê parastin, lê belê pêwîstiya vê şoreşê bi çand, huner û ronakbîriyê jî heye. Heta ku çand û ronakbîrî pêk neyê, şoreş nikare bi ser bikeve. Bêguman aliyên xwe yên siyasî, dîplomasî, leşkerî, aborî û birêxistinkirina civakî girîng e, lê belê ya ku ruh bide van aliyan hemûyan û zindî bike hişmendiya çand û hunerê ye.”