76 kesên ji 15 welatan ji bo azadiya Ocalan dest bi meşê kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 76 enternasyonalîst ên ji 15 welatan, li Luksembûrgê li hev civiyan û ber bi Strasboûrgê ve dest bi meşê kirin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 76 enternasyonalîst ên ji 15 welatan, li Luksembûrgê li hev civiyan û ber bi Strasboûrgê ve dest bi meşê kirin.
Di destpêka meşê de daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê meşvanan Peter Muller axivî û ji bo Ocalan bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê û CPT kir, ku ji bi erka xwe rabin.
Meşa Dirêj a bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re" tê lidarxistin, îro li ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Meş wê 10 rojan dewam bike. Hunermend Sarah Maûrîaûcoûrt ji Fransayê, doktor Danîel Maraz ji Arjantînê, dîroknas Joaqûîn Martînez ji Spanyayê, Nûnerê Platforma Azadî ya Rojava Roc Perîs ji Katalonyayê, aktîvîst Sûsana Îsabel û Macedo Gomes ji Portekîzê û Jûlîa Îglesîas a ji Komeleya Piştgiriya Kurd-Bask a Newrozê ji Spanyayê jî di nav de 76 kes ji 15 welatan tevlî meşê dibin. Tevî dostên Kurdan nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî beşdarî meşê dibin.
'EM JI BO AZADIYA OCALAN DIMEŞIN'
Kurd û dostên wan, danê sibehê hatin Luksembûrgê û beriya meşê li ber avahiya Dîwana Edaletê ya Ewropayê civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de, ku bi baldarî ji aliyê çapemeniyê ve hat şopandin, ji Komîteya Amadekar Peter Muller daxuyanî da. Muller diyar kir, ku ew ê ji bo azadiya Ocalan 10 rojan bimeşin. Muller got: "Em ê ji vir heta Strasboûrgê 10 rojan bimeşin. 11'ê Sibatê bi meş û mîtîngekê em ê li hev bicivin. Em ê ji bo azadiya Ocalan û serxwebûna Kurdistanê bimeşin. Her roj em ê bi qasî 20 km'yan bimeşin. Di tevahiya rê de em ê gelek saziyan jî ziyaret bikin, semîner û konferansan lidar bixin. Armanca me; girtina piştgiriyekî navneteweyî ye. Em dixwazin vê nîşanî AKP’ê bidin; Rewşa Ocalan ne tenê Tirkiye eleqedar dike; rewşeke navneteweyî ye. Her ziyana ku bigihêje, pirsgirêka navneteweyî ye."
Muller her wiha anî ziman: "Azadiya Kurdan girêdayî azadiya Abdullah Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye. Ji bo vê bang li welatên Yekîtiya Ewropa, CPT û saziyên Ewropa dikin ku erka xwe bi cih bînin. Em dixwazin, ew li gorî demokrasî, edaleta gerdûnî, mafên mirov û nirxên aştiyê tevbigerin."
REXNEYA LI WELATÊN EWROPAYÊ
Piştî axaftina Muller, nûnerên heyetên ji Danîmarka, Elmanya, Portekîz û Fransayê axivîn û nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP'ê dan. Qisekeran bi zimanekî tund peymanên bazirganiyê û çekan ên welatên Ewropayê bi Tirkiyeyê re kirine, rexne kirin. Qisekeran her wiha piştgirî dan gelê Rojava û tevahiya gelê Kurd.
Piştî daxuyaniyê û axaftinan, meşvanan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" dest bi meşa xwe kirin.