7 sal cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat birîn
Dadgeriya Tirk 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Midûrê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê Azadiya Welat Îsmaîl Çoban birî.
Dadgeriya Tirk 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Midûrê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê Azadiya Welat Îsmaîl Çoban birî.
Midûrê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi biryarnameyê hate girtin Îsmaîl Çoban di çarçoveya îfadeyên "şahidên nepen û vekirî" bi Îdîaya "endametiya rêxistinê" bi 7 sal û 6 mehan hate cezakirin.
Çoban ji ber îfadeyên şahidê eşkere Mahsûn Demîr û şahidên veşartî "Havûz" û "Tosûn" hate dairzandin. Rûniştina biryardanê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê pêk hat.
Parêzer Mehmet Altûntaş bal kişand ser nakokiya navbera îfadeyên şahidên veşartî û eşkere.
BIRYAR
Heyeta dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Îsmaîl Çoban birî.