6 penaber xeniqîn, 4 jê zarok in

Li dora navçeya Çeşme ya Îzmîrê, boteke penaberan a diçû giravên Yewnanîstanê noqî avê bû. Di bûyerê de 6 kes mirin, ku 4 ji wan zarok in.

3 botên ewlekariya peravê û helîkoptereke ewlekariya peravê ber bi herêmê ve hatin şandin. Tîmên lêgerînê cenazeyên 6 kesên ji Iraqê dîtin, ku 4 jê zarok in. 4 welatiyên Iraqê, 3 ên Somalî û 2 jî yên Sûriyeyê bi giştî 9 kes jî hatin rizgarkirin û sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çeşmeyê hatin kirin.

Penaberan gotin, dema wan hewl didan bi botê derbasî giravên Yewnanîstanê bibin 16 kes û organîzastorekî Tirk li botê hebûn û gava bot noqî avê bû, organîzatorê Tirk bi avjeniyê reviya ye.