5 rêveberên HDP’yî hatin girtin

Berî 11 rojan li Antalyayê gelek kes hatibûn binçavkirin, ji van 12 endamên HDP'ê îro sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya wan 5 kes hatin girtin.

Li Antalyayê di 12'ê Tebaxê de polîsan avêtibû ser gelek malan, 2 parêzer, rêveberên HDP'ê û xwendekarên zanîngehê jî di nav de, 23 HDP'î hatibûn binçavkirin. Îro 12 ji wan îro sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Hogir Gurses, Mûrat Altûndag, Sevîn Agaoglû, Tarik Altay, Aydin Benek, Azat Benek, Ferhat Keser, Vedat Guneş, Mehmet Bîlen, Bîlal Temîz, Emre Alpar û Serhat Keser bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozger 8 kes bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da, welatiyên bi navê Hogir Gurses, Mûrat Altûndag, Sevîn Agaoglû, Tarik Altay û Aydin Benek bi sûcê "Endamên rêxistinê ne" şand girtîgehê.

Gursel ê di nav kesên girtî de, hatibû derbkirin.

2 parêzer û bi giştî 10 HDP'iyên di bin çavan de tên girtin, wê sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.