5 hezar Şirnexî li dijî santralên termîkê meşiyan
5 hezar Şirnexî li dijî santralên termîkê meşiyan
5 hezar Şirnexî li dijî santralên termîkê meşiyan
Nêzî 5 hezar welatiyen Şirnexê li qada ku tê xwestin santralên termikê ava bikin konên şahiyê vekirin û seyran pêk anîn.
Bi pêşengiya Platforma Derdorê ya Şirnexe li qada ku tê xwestin Santralên Termîke bê avakirin ger û seyran pêk anîn. Li qada seyrangehê kon hatin vedan û pankarta "Em li Şirnexê santralên termîkê naxwazin ji bo xwezayê seyrangehê dixwazin" vekirin.
Nêzî 5 hezar welatiyên li qada seyrangehê ya Avga Masya kom bûn şahî pêk anîn Di saetên serê sibehê de ji 7 salî heta 70 salî 5 hezar welatî kom bûn û li dijî santralan bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiya li dijî santrolan de Hevserokê BDP'e yê Şirnexê Bakî Katar, endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa Şaredariyê û wekilên Şaredaran amade bûn. Disa nûneren KESK, ÎHD, Koordînasotê Tevgera Herêmî ya Greenpeaceyê Reşit Elçin, Baroya Amedê, Nûnerên Navenda Çanda Cudî, Koma Serkeftın û dengbêjên Şirnexê amade bûn.
Bi hezaran kesên ku li qada şeyranê kom bûn siloganên "Bijî jıyanek ekolojik", "Ji bo tenduristiya mirova xwezayek pakij", Ez dixwazim bêhnê bistînim" û "Bila Şirnex nebe duxwan", "Hûn li şûna kar mirinê pêşkêş dikin" û "Bila santrolên termik neyên avakirin" berz kirin.
Li vir Endamê Platforma Derdorê ya Şirnexê daxuyanî da. Li ser navê Platformê Muslum Tatar, diyar kir ku hikûmet dixwaze li Qada AvgaMasya santrala termikê ava bikin û ew dê destûr nedin vê yekê ku santral bê avakirin.
Tayar, dazanîn ku şîrketên Global-Galata-Acar û Geliş li ser berjewendiyên xwe dixwazin li herêmê santralan ava bikin û tu berjewendiyên xweza û gel tune ye. Tatar, da zanîn ku destûr nadin avakirina santralan û xwest her kes li hemberî vê yekê li xweza û ekolojiyê xwedi derkevin.
Serokê BDP'a Şirnexê Baki Katar jî anî ziman ku bi salan de dewlet bi çekên kîmyewî xwezayê û çiyayên wan wêran dike û niha jî dixwazin bi bi santralan Çiyaye Cudî wêran bikin. Katar, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû "Ger ez şehît ketim min li Çiyaye Cûdî defin bikin" Em jî dê li vê axê xwedi derkevin.
Piştî da xuyaniyê bi hezaran welatiyan li qadê li ber Koma Serkeftın û Dengbêjan a Şirnexê govend gerandin û pêşengeha wêneyan hat vekirin.