44 welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtî ne

Derket holê, 44 welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtî ne. Dewleta Tirk van dîlgirtiyan li dijî hikumeta Elman weke qerta bazarê bi kar tîne. Mafê şêwirmendiyê yê konsolosxaneya Elman ji bo van girtiyan tê astengkirin.

Di nava raya giştî û çapemeniya Elman de bi giranî navê nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel derdikeve pêş. Lê belê hejmara welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne, ji texmînan gelekî zêdetir e.

Hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel, bersiv da pêşniyar pirsa Partiya Çep a li ser mijarê. Hikumetê ragihand, li Tirkiyeyê 44 welatiyên Elman girtî ne. Hikumetê diyar kir, destûr nayê dayîn ku konsolosxaneya Elman şêwirmendiya hiqûqî bide van girtiyên hem welatiyên Tirk in hem jî yên Elman in.

Li ser zexta hikumeta Elman, hikumeta Tirk destûr da bû ku konsolosxane destekê bide tercûmana Ajansa Nûçeyan a Etkîn welatiya Elman Meşale Tolû. Tolû ku ji 30'ê Nîsanê û vir ve girtî ye, tevî ku ji welatîbûna Tirk derketiye jî, ev mafê wê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve tê astengkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Elman çend roj berê bi daxuyaniyekê ragihand, ku konsolosxaneya Elman roja Înê serdana Meşale Tolû kiriye. Lê belê li gorî hikumeta Elman, Enqere naxwaze vî mafî bide girtiyên din.

Hikumeta Elman her wiha diyar kir, 44 welatiyên Elman ên li Tirkiyeyê girtî ne, 13 jê îsal hatine girtin, yên mayî jî di navbera salên 2006-2016'an de hatine girtin. Nehat eşkerekirin ku ev kesên navborî ji ber çi hatine girtin.