42 mirî, zêdetirî 100 birîndar, li gorî hikumetê hedef pêvajoya çareseriyê
42 mirî, zêdetirî 100 birîndar, li gorî hikumetê hedef pêvajoya çareseriyê
42 mirî, zêdetirî 100 birîndar, li gorî hikumetê hedef pêvajoya çareseriyê
Di teqîna bi wesayîtên tejî teqemenî ya li navçeya Reyhanli ya Hatayê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn herî kêm giha 42’an, li gel bidehan kesên rewşa wan giran zêdetirî 100 kesan birîndar bûn.
Teqîn li gorî demjimêra herêmî 12:55’an de li ber şaredarî û avahiya PTT’ê rû da. Li gorî agahiyên ku ji Reyhanliyê hatîn hêjmara miriyan giha 42’an. Hate ragihandin ku, 29’ê jê giran di navbera 100 û 150’an birîndar bûn. Wezîrê Navxweyî Muammer Guler got, teqîn bi wesayîtên tejî teqemenî rûdane.
Wezîrê Navxweyî Muammer Guler ku ji NTV’yê re axivî, di teqînên 15 deqîqe ketin navberê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 40, 29 jê giran zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.
GULER: HEDEFA YEKEM PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YE
Wezîrê Navxweyî Muammer Guler di demjimêrên şevê de daxuyaniyek din da û got: “Hedefa yekem ya vê pêvajoya çareseriyê ye.” Guler wiha axivî: “Yên derdora me mixabin ji ber bandora ku ev pêvajo dê li ser bike hesab dikin û tu caran naxwazin li Tirkiyeyê hizûr çêbibû.”
Guler destnîşan kir ku, di dawiya vê de dê kesên ev bûyer pêkanîne bigirin û ceza bidinê, di derbarê faîlên bûyerê jî got, me tesbîtek pêş kiriye. Di derbarê van teqînane de li ser pirsek ya rojnamevanekî ya têkiliyên Sûriyeyê heye yan na, Guler wiha axivî: “Ji xwe yên vê pêvajoya çareseriyê nexwazin hene. Yên çavê wan li îstîkrarê naxwazin, ji sekna me ya herêmê nerihet hene, erê dibe ev hemû sedem bin.”
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan der heqê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Waliyê Hatayê û rayedarên me li cihê bûyerê ne, lêdikolin ka bûyer ji aliyê kê ve hatiyekirin. Ev pêvajo, pêvajoyeke hesas e. Dibe ku yên xwe li vê pêvajoya nû ranagirin, ev bûyer pêk anî bin.”
“REWŞ HINEKÎ TEVLÎHEVE”
Erdogan axaftina xwe weha dewam kir; Rewşeke din a hesas jî ev e: Hatay bajarekî me yê li ser sînorê Sûriyê ye. Li wê derê 20-25 penaberên ji Sûriyê li kampan dijîn. Dibe ku hin derdorên xwe vê rewşê jî ranagirin, ev bûyer bi armanca sorkirinê kiribin. Divê ev di van mijaran de gelekî bi baldarî tevbigerin. Emê bi sebir tevbigerin û înşalleh emê vê pêvajoyê çareser bikin. Rewş hinekî tevlî hev xuya dike, heta ku zelal bû, hevalên me wê daxuyaniyên pêwist bidin.”
DAVUTOGLÛ: DIBE KU RPOVOKASYON BE
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglû piştî teqînê daxuyanî da û balkişande ser “dem” û wiha got: “Me li Reyhanliyê êşek mezin dît. Ji xwe Wezîrê Navxweyî daxuyaniya pêwîst da. Em jî ji nêz ve dişopînin. Li Sûriyeyê di pêvajoyekî wisan krîtîk de dibe gelek provokasyon û tehrîk çêbibin. Ya girîng hizûra welatiyên Tirkiyeyê ne. Em welatiyên xwe vedixwînin xwînsariyê û neyên tehrîkan.”
Hêjayî gotinê ye, bûyera teqînê li dû daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku rêveberiya Sûriyê bi bikaranîna çeka kîmyewî tewambar kir, rû da.
Her weha êdî ji aliyê herkesî ve tê dayîn ku li herdu aliyên sînor, komên çekdar bicih bûne.
Bi taybetî, ji ber ku Tirkiyê destek dida rêxistina mîna El Nûsra ya pêwendiya xwe bi El Kaîdeyê heye, nerazîbûn rû dabû.
Heta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser milê xwe.
Roja 11’ê Sibatê jî, li Deriyê Sînor ê Cîlvegozu yê li navçeya Reyhanliyê wesaîteke bombebarkirî teqiya bû û di encamê de 4 jê Tirkiyeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 24 kes jî birîdar bibûn.