Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqekî mezin car din bi ser bikevin

DEM Partî li Curnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê mal bi mal didomîne. Endamên DEM Partiyê peyama “Di 2’yê Hezîranê de em ê car din bi ser bikevin. Li dijî hîleyan em ferqa deng zêde bikin” dan.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Ji ber biryara dubarekirina hilbijartina navçeya Cûrnê Reş a Rihayê dê di 2’yê hezîranê de hilbijartinên herêmî werin lidarxistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê mal bi mal didomîne û îro ji çar aliyan ve li malên welatiyan geriya. Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Sabahat Erdogan Saritaş û Omer Ocalan tevlî xebatên hilbijartinê yên li navçeyê bûn.

Ocalan, hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û endamên meclisa şaredxariyê li Taxa Baglarê serdana esnafan kirin. Di serdanê de belavokên ku projeyên hevşaredarên DEM Partiyê tê de hebûn, hatin belavkirin. Di xebatên hilbijartinê de pêvajoya betalkirina hilbijartinê, şewitandina sindoqên dengan hate vegotin û hat diyarkirin ku divê her kesek ji bo ferqa di navbera AKP de were zêdekirin bixebite.

Ocalan anî ziman ku divê kesên di 31’ê Adarê de deng nedane DEM Partiyê divê di 2’yê hezîranê de destên xwe danin ser wijdana xwe û ev tişt gotin: “Bi fêlan hilbijartinê betal kirin. Ji ber vê yekê divê her kesê dengên xwe dane partiyên din, li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bi kar bînin. Divê kes li hember vê bêheqiyê bêdeng nemîne. Em carekî bi ser ketin, em ê bi carekî din jî bi ferqekî mezin bi ser bikevin. Em ya xwe dîsa ji nû ve bistînin.”

Şandeya Namzetên Hevşaredariya Cûrnê Reş Serhan Paydaş û Parlamentera Mêrdînê Altin di nav de bû li gundê Hêlûnê serdana malan kir. Şandeya li gund bi coşekî mezin hatiye pêşwazîkirin, mal bi mal geriya û di hilbijarinê de piştgirî xwest. Di serdanê de belavokên projeyên namzetên Hevşaredariya Cûrnê Reş ên tê de cih digirin hatin belavkirin. Li aliyê din Şandeya namzetê Hevşaredariyê yê din Garîp Yeşîl û Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş di nav de bû li gundê Xarasorka Zînê mal bi mal geriya û ji bo hilbijartinê piştgirî xwest. Di serdanên malan de projeyên hevşaredaran hatin vegotin. Xebatên îro dê êvarê bi civînên jinan ên li taxên Karacûrûn û Baglarê bi dawî bibin.