Tekîn û Suncak piştî 30 salan hatin berdan

Girtiyê bi navê Halis Tekîn 30 sal şûnde û Yilmaz Suncak jî 31 sal şûnde hatin berdan.

Halîs Tekîn (50) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin û 30 sal in girtî bû, tehliye bû. Malbata Tekîn û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) Tekînl i pêşiya girtîgehê bi çepik û tililiyan pêşwazî kir. Tekîn li vir axaftineke kin kir û got ku silavên hemû girtiyan hebûn. Piştre jî Tekîn li gel malbata xwe derbasî mala xwe ya li Amedê bû.

Girtiyê Yilmaz Suncak (51) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1. a Şakranê ya Îzmîrê tê girtin, piştî 31 sal şênde cezayê xwe bi dawî bû hat berdan. Suncak ku di sala 1993'an de li Îzmîrê hat binçavkirin, birin Mêrdînê û 50 rojan rastî êşkenceya giran hat. suncak bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekîtiya dewletê" cezayê muebetê lê hat birîn.  10 sal berê li Girtîgeha Kiriklarê penceşêra tîroîdê lê peyda bû ûli girtîgehê gelek caran emeliyat bû.