Li Zonguldakê di kana madenekê de hezaz çêbû: Karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Zonguldakê di hezaza li kana madenê de çêbûyî, karkerekî jiyana xwe ji dest da.

Di hezaza kana madenê ya li navçeya Kîlîmliya Zonguldakê çêbûye de karkerekî jiyana xwe ji dest da, karker jî birîndar bû. Ji ber sedemêkî nediyar di kana madenê ya taybet a li bajarokê Gelîkê de hezaz çêbû. Di hezazê de karkerên bi navê Savaş Onûr û Şonol Zûrnali man di bin axê de. Hevalkarên wan ji bo Onûr û Zûrnali ji bin axê derxin xebat dan destpêkirin. Her wiha tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirmeyan jî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Onûr ê di bin axê de maye di demekî kin de ji bin axê hate derxistin û sewqî Newxweşxaneya Dewletê ya Atatûrk a Zongûldakê kirin. Zûrnali yê ji zêdetirî saetekî şûnda ji bin axê hatiye derxistin, tevî hemû mudaxilayan nehat xelaskirin.

Hat destnîşankirin kû rewşa Savaş Onûr ê tê dermankirin baş e.