Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome

Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EMEP ya Mamakê serdema Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kirin.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome. Nobeta ku Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye digirin di roja 103’yan de didome. Dayika Aştiye Fînce Akman, rêxistina jinan a DEM Partiyê ya Sakaryayê û rêxistina EMEP ya Mamakê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Li aliyê din jî Sevînç Çakir ya ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hatibû girtin jî ji Emîne Şenyaşar bi bandor bûbû û li ber wezareta dadê det bi çalakiya rûniştinê kiribû û çalakiya wê jî di roja 26’emîn de berdewam kir.

Piştî nobetê Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û Dayika Aştiyê Fînce Akman derbasî meclîsê bûn.