Sersaxiya Rêber Soydan ê di girtîgehê de hat qetilkirin hat ziyaretkirin

Ji bo sersaxiya Rêber Soydan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Wanê di şert û mercên nemirovane de hat qetilkirin, bi girseyî hat ziyaretkirin.

Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wan, Elbak, Colemêrg, Gever û Şemzînanê û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re(TUHAY-DER) ya Wanê, çûn serdana şîna Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Uyar di serdanê de ji malbatê re sersaxî xwest û wiha got: “Li gel tecrîda heyî, girtî dernakevin hevdîtinê, li ser telefonê li malbatên xwe nagerin, dernakevin dadgehan. Hikûmeta AKP’ê hebûna me kurdan ranagire. Tekane daxwaza me ew e ku tavilê agahiyekî ji Rêbertiya xwe bigirin û tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe. Em careke din sersaxiyê ji malbata Rêber Soydan û xelkê Geverê re dixwazin.” 
 
Serdan, bi xwendina duayan bi dawî bû.