KON-MED bi peyama bi sernavê ‘Ziman çandê di paxila xwe de dihewîne’ 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. KON-MED’ê diyar kir ku dijminatiya herî barbar û hovane ya li hemberî gelê Kurd ji aliyê faşîzma AKP/MHP’ê ve tê kirin û wiha got: “Divê hemû saziyên me polîtîkayên bişaftinê yên dagirkeran têk bibin, bi hesasiyet nêzî zimanê zikmakî ku hemû zaravayên Kurdî lê tên axaftin û were pêşxistin.”
Peyama 15’ê Gulanê ya KON-MED’ê wiha ye:
“Divê 24 saetan Kurdî di jiyanê de bi kar bînin. Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hawar a Kurdî li Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşanê kir. Kovara Hawarê wek yekemîn kovara kurdî ku bi alfabeya latînî derketiye xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber xebatên kovarê yên ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî, her sal 15’ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Ziman taybetmendiya herî bingehîn a ku netew û gel diafirîne. Ziman ku mafê herî bingehîn ê miroviye dîsa netew û gel ji zayînê ve xwediyê wê mafê ye. Di heman demê de weke hebûna siyasî û civakî di meşandin û pêşxistina xebatan de amûra herî bingehîn e. Li ser vê bingehê ziman hêmana sereke ya mayîndebûna netewe û hilberandin û afirandina huner, çand û wêjeyê ye.
JI BO QIRKIRINA ÇANDA KURDÎ HER RÊYÊ DICERIBÎNIN
Komara Tirkiyeyê ya ku li ser esasê tinekirina neteweya kurd ji dîrokê ji pêvajoya Îttîhat û Terakkî dest pê kiriye ava bûye, ji bo ku zimanê Kurdî bi awayekî stratejîk tune bike û Kurdistanê ji bîrewariyê derxîne çi ji destê wê hatiye kiriye. Dewleta netewe ya Tirk stratejiya xwe ya tinekirina gelê Kurd di çarçoveya Plana Şarq û Îslahatê de dîsa bi rêya zagona Îskana Mecbûrî û bi Dadgehên Îstiqlalê her wiha qedexekirina ziman û ji bo bişaftina çanda Kurdî her rê qirkirinê pêk anî.
POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ YÊN DAGIRKERAN TÊK BIBIN
Di dîroka komarê ya van salên dawî de dijminatiya herî barbar û hovane ya li hemberî gelê Kurd ji aliyê faşîzma AKP/MHP’ê ve tê kirin. Ji bo ku Gelê Kurd tine û qir bikin çi ji destê wan hat kirin. Ji ku civakê xizan bihêle ji guhertina demografik bigire heta wêran kirina xweza Kurdistanê û bi pêş xistina jiyana bêsincî ango xirab kirina çandî hemî rêbazên qirêj pêk anîn û hîn jî berdewame.
Divê hemû saziyên me polîtîkayên bişaftinê yên dagirkeran têk bibin, bi hesasiyet nêzî zimanê zikmakî ku hemû zaravayên Kurdî lê tên axaftin û were pêşxistin. Pîvana hebûna çanda kevneşopî û teqalît bi parastina radeya zimanê dayikê encax gengaze. Li Elmanyayê derfetên fêrbûna Kurdî ji berê zêdetir in. Li dibistanan dersên Kurdî yên hilbijartî hene. Di heman demê de divê saziyên me jî di vê mijarê de malbatan agahdar bikin û wek karekî sereke bingehîn were dîtin.
BI ZAROKÊN XWE Û BI HEV RE KURDÎ BIAXIVIN
Divê hemû gelê me, di serî de jin û ciwan, axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî weke erk û serbilindiyek netewî dest bigire. Bi zimanê zikmakî hizirkirin, hişmendîya xwe ava kirin, axaftin, nivîsandin û fikirandin divê di vê çarçoveyê de were meşandin. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî di her warê jiyanê de ziman û çanda xwe biparêzin, hebûna xwe û rûmeta xwe ya netewî li hember hemû hêzên ku bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dikin, ji ber ku bi Kurdî diaxivin û stranan dibêjin, bi hovane êrîşî Kurdan dikin û heta dikujin. Bi taybetî komên nîjadperest-faşîst ên ku zimanê Kurdî biçûk dixin, û heqaretê li wan dikin, "Em bang gelê Kurd dikin bi taybetî di hundir malê xwe de bi Kurdî di serî de bi zarokên xwe re û bi hev re Kurdî bi axivin. Li hember qirkirina çandî her demê bêhtir li çanda xwe xwedî derkeve."