Li Cizîrê bi boneya 15’ê Gulanê stand-upa ‘Du ziman’ hate pêşkêşkirin

Şaredariya Cizîrê di çarçoveya 10’emîn Mîhracana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê li ber avahiya şaredariyê bi bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Stand-upa “Du ziman” hate pêşkêşkirin.

10’emîn Mîhracana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê

Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê di çarçoveya 10’emîn Mîhracana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê li ber avahiya şaredariyê bi bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Stand-up ya “Du ziman” ji aliyê şanoger Salih Yildizoz ve hate pêşkêşkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, hevşaredarên navçeyan ê DEM Partiyê rêxistinên sivîl ê civakî û bi sedan welatî ji bo temaşekirina Stand-upê amade bûn.

Di Stand-Upê de bal kişand li ser ziman. Beşdervanan seatên bi keyfxweş derbas kirin. Di dawiya şanoyê de parlamanter Zekî Îrmez, axivî. Îrmez bal kişand bi ser giringiya ziman û got:  “Ev sê roj in mîhrîcana cizîra Botan didome. Piştî 8 salan wargeha çand û hûnera Cizîra Botan pêk tê ev jî me kelecan dike. Em timî dibêjin çîroska ziman, hûner û çandê li Cizîra Botan belav bûye. Cizîr her tim li ser çand û zimanê xwe maye. Divê ku em xwedî li çand, hûner û zimanê xwe derbikevin.”