36. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin

36. salvegera damezrandina PKK'ê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn ve bi coş hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, berxwedana Kobanê silav kirin.

36. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Swîsre Lûzernê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di şahiya li salona sporê ya Lûzernê pêk hat de, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Qada şahiyê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hakkî Karer, sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û cangoriya di berxwedana Kobanê de bû efsane Arîn Mîrxan, hat xemilandin.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê jî destek dan pîrozbahiyê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, pîrozbahî bi stranên koma Awaza Jinên Azad destpê kir û piştre Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê Dervîş Arik axivî.

Arik da zanîn, ku PKK a di 27'ê Mijdara 1978'an de hat damezrandina veguheriye hêzeke ti carî têk neçe û bala tevahiya cîhanê kişandiye ser xwe. Arik ragihand ku azadî êdî dûr nîne, Kurd azadiyê yekser dijîn. Arik anî ziman ku ya gelê Kurd aniye roja îro "şehîd" in û destnîşan kir ku bi bawerî û dilsoziya bi cangoriyan re îro li Kobanê dîrok tê nivîsandin.

Arik da xuyakirin ku ragirtina navê PKK'ê di lîsteya "rêxistinên terorê" yên hin welatan de nayê qebûlkirin û ji bo wan bê wate ye û got, "Di rewşa heyî de ev biryar ji aliyê kîjan dewletê ve were dewam kirin, em ê vê yekê weke heqareteke mezin a li Kurdan bibînin. Û em ê vê biryarê ti carî nas nekin."

Li dû axaftina Arik, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi dîmen hat nîşandan.

Dûre jî parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca axaftinek kir. Ûca bi vegotina dîroka damezrandina PKK'ê dest bi axaftina xwe kir û got, "Êdî bila her kes baş bizanibe ku ev hêz wê ji aliyê ti kesî ve neyê têkbirin. Bila kes xeyala vê têkbirinê jî neke."

Ûca hovîtiya DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn nirxand û got, "Li Kobanê ev 84 roj in li ser navê mirovahiyê dîrok tê nivîsandin. Keç û xortên Kurd efsaneyekê diafirînin, girîng e ev berxwedan baş were dîtin û fêmkirin." Ûca destnîşan kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê siberoj bê avakirin.

Di pîrozbahiyê de, hunermendên Kurd Mahabad Rojava, Hozan Rêber, Bulent Tûran, Roja Bîter, Hozan Diyar, Kewê û Fargîn derketin ser dikê û beşdaran heta derengiya şevê li ber stranên wan govend gerandin.