ROJEVA 30'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Adarê...
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Adarê...
-Çalakiyên ji bo rewaşa tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
-Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartina 31'ê Adarê wê werina şopandin.
-Rewşa tendiristiyê ya Nasir Yagiz ku ev 130 ro jin di greva birçîbûnê de ye, giran bû. Êdî nema dikare ji odeya xwe jî derkeve. Yagiz got ji ber ku nikare raze ev pir zorê lê dike.
-Qeyûmên herêma Şirnexê, bi derfetên şaredariyê qîma xwe neanî, qelema ku pir lê deyndar bûyî û mesref lê kirî, bû xizmeta ji leşkerên Tirk re.
-Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu got gel divê bi teqezî li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê bi çarçoweya stratejiya HDP'ê dengê xwe bi kar bînin û vîna xwe deynin holê.
-Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Moderat a Swêd Makbûle Çolak got ew bawer dike, li gel hemû zext û zordariyên Erdogan jî HDP ji hilbijartinê wê xurt derkeve, xwest ku hilbijêr dengê xwe bidin aştî û demokrasiyê û HDP'ê.
-Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got divê Misilmanên Kurd li dijî mêtingeriya Tirk bi niyeta xwe, bi raaman, gotin û kirina xwe rawestin û bikaribin serî rakin.
-Ji beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an ku bi çend rojan hin tiştên ku divê hilbijêr lê baldar bin hatin parvekirin. Di hilbijartinê de ku hilbijêr bi taybetî divê li seatên dengdanê miqate bin, divê hilbijêr bizanibin bê ka li kîjan bajarî dengdan saet çendan dest pê dike.
-20 wekîlên Partiya Çepgir ku di nav wan de hevserok Rîexînger, serokê komê Bartsch jî hene, bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin, ''Weke welatê pêşeng ê Konseya Ewropayê, bikin ku li Tirkiyê li bara kesên ku di girtîgehê de ne gavên dewleta hiqûqê werin avêtin û jiyana kesên di greva birçîbûnê de ne xilas bikin.''
-Endamê Komîsya Hilbijêran a Rêxistina Bajêr a HDP'ê Vedat Erîn, bang li hilbijêrên Edene kir û got, ''Nebêjin bi dengê min serkeftin nayê. Divê her kes biçe ser sendoqê û dengê xwe bide''.
-Hevserokê Bajêr ê Edene yê DBP'ê Mehmet Yaşik bang li waan hilbijêran kir ku difikirin dengê xwe ndin û got, ''Dengek gelek tiştan diguherîne. Gelê me divê bi vê fikrê tevbigere û divê dengê xwe bide.''
-AKP û qeyûm ku li Wanê navê Kurdî Perperok rakirî û perwerdehiya Kurdî qedexe kirî niha jî di reklama hilbijartinê de, bi çarçoweya şaredariyê propagandaya wê dike ku perwerdehiya Kurdî û Tirkî didin.
-Rejîma AKP'ê ku qeyûm anîna ser şaredariya DBP'ê, bi êrîşa li ser nirxên Kurdan, polîtîkayên mêtingeriyê domand. Bîrdariyên ji bo zarokên Kurd ên hatin qetilkirin û şaîrên Kurd, sembolên Kurd hatin rakirin, hilweşandin.
-Derhenerê Elman Ulî Bez ku ji bo li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ala YPJ'ê par ve kirî, hate darizandin, got, ''Heke dadgeh cezayê pereyan li min bibire ez ê nedim. Heke min bikin girtîgehê bila bikin.''