3 hezar kesî li Kolnê qedexeya li hember PKK’ê şermezar kirin

3 hezar kesî li Kolnê qedexeya li hember PKK’ê şermezar kirin

Li bajarê Kolnê yê Elmanya bi meşeke girseyî hat xwestin, qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin. Parlamentera Partiya Çep Nîcole Gohlke ya di meşê de axivî got, “Qedexeya li hember PKK’ê wextê xwe temam kir.”

Beriya konferansa 11-12’ê Kanûnê ya 16 wezîrên eyaletan wê li Kolnê li dar bixin, ji aliyê 84 rêxistinan ve meşek hat lidarxistin,  di meşê de qedexeya li hember PKK’ê hat şermezarkirin. 84 rêxistinên Kurd, Elman û tevgerên Çep ên Tirkiyeyî li ser banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û rêxistina Înterventionistische Linke (ÎL) ku hatin gel hev û li ser navê platforma bi navê “Bundiss Gegen İMK” ava kirin, bi meşekê qedexeya li hember PKK’ê û pirsgirêkên penaberan di serî de, kiryarên antî demokratîk ên li Elmanyayê şermezar kirin.

Di meşa ku 3 hezar kes beşdar bûn, li ber Freisen Platz destpê kir. Li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, PYD’ê û flamayên rêxistinên çep hatin hilgirtin. Di meşê de her wiha pankartên, “Ji qedexeya PKK’ê re na”, “Bijî berxwedana Kobanê” hatin hilgirtin. Çalakvan piştî meşa 2 saetan li Hansering dawî li meşê anîn.  Di meşê de dirûşmên li dijî qedexeya li hember PKK’ê hatin gotin. Tedbîrên zêde yên polîsan jî bal kişand.

'TI KES NIKARE TÊKOŞÎNA PKK'Ê YA ÎNSANÎ JI NEDÎTÎ VE BÊ’

Parlamentera Partiya Çep Nîcole Gohlke ya di meşê de axivî qedexeya Elmanyayê ya li hember PKK’ê bi zimanekî tund rexne kir û got ku ev qedexe ye bê wate ye. Gohlke têkoşîna PKK'ê ya li Rojhilata Navîn li hember çeteyên DAIŞ dide vegot û wiha axivî: “Sekna însanî ya PKK’ê ya li Kobanê û Şengalê nîşan dide ti kes nikare ji nedîtî ve bê.  Îro li hember vî cinawirê ji bo mirovatiyê tehluke PKK bi awayekî cidî têkoşîn dike. Kêmarên li herêmê diparêze. Divê her kes vê bibîne û qedexeya li hember PKK’ê li Elmanyayê wextê xwe temam kiriye. Lewma ez ji kesên vê qedexeyê dşparêzin re dibêjim: Bila dawî li qedexeya PKK’ê bînin.”

'BILA DAWÎ LI QEDEXEYA LI HEMBER PKK’Ê BÎNIN

Nicole Gohlke ji ber ala PKK’ê rakir polîtîkayên li hember wê hatin nîşandan rexne kir û got, “Bi rakirina destnedana min, nikarin fikra min biguherin. Ji ber min ala PKK’ê rakir, ez ne poşman im. Gelek siyasetmedar bi min re di heman fikrî de ne. Ji ber vê jî rojên buhrî 10 parlamenteran ala PKK’ê rakirin û piştgiriya xwe nîşan dan. Divê êdî Elmanya dawî li zexta li hember PKK’ê bîne û negire ser malên Kurdan. Pêwîst e dest ji van polîtîkayan berde.”

Ji bilî parlamenter Gohlke gelek nûnerên rêxistinan jî axivîn. Di axaftinên hatin kirin de peyama ku divê tavilê qedexeya li hember PKK’ê rabe hat dayîn.

Ber bi dawîbûna meşê komek ciwan derketin ser avahiyekê, meşale pêxistin û pankarta, “PKK em in” vekirin. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kirin û ew binçav kirin.