Girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Alîaga ya Îzmîrê, li hemberî binpêkirina mafên mirovan li ser navê 10 girtiyên siyasî 3 girtiyan ji bo hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1. a Alîaga ya Îzmîrê girtî Sedat Karadag, li ser navê 10 irtiyên siyasî yên li girtîgehê nameyek şand. Di nameyê de bal kişand ser van binpêkirinan:

*Mafê me ye ku em hefteyê herî kêm deh saetan aktîvîteyên perwerdeyî, çandî û sportîf bikin. Lê ev mafê me tê astengkirin.

*Lêgerîna li ser mirovan, ji armanca xwe wêdetir veguheriye tacîzê. Di dema lêgerînê de dest dirêjî cihên taybet jî dikin.

*Mafê me yê sûdgirtina bi dem û bê dem a ji weşanan tê astengkirin.

*Mafê me yê sûdwergirtina ji revîra li girtîgehê timî tê astengkirin.

*Me nabin nexweşxaneyê, hevalên me yên ku nexweşiyên giran bi wan re hene nabin nexweşaxneyê.

*Tevî ku di rêziknameya girtîgehê de dayina mase û kursiyan ji bo qewîşan weke mafekî tê nivîsandin jî, em ji vî mafî bêpar tên hiştin.

*Li odeyeke weke sîstema tîpa F ji bo 3 kesan hatiye çêkirin, 10 kes lê dimînin.

*Tevî ku rêveberiya girtîgehê dizane ku malbatên me li bajarên Kurdan dimînin, hevdîtinên vekirî û girtî saet di 08:30 de tê kirin. Dema ku kêmek dereng bikeve, hevdîtin tê astengkirin.

Di nameyê de hat ragihandin ku wan gelek caran hewl dane bi rêya hiqûqî û diyalogê van pirsgirêkan çareser bikin, lê belê ji ber ku mûxatab nedîtine, li ser navê girtiyan Sedat Karadag, Vedat Çelîk û Agît Guneş ji bo hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine.