3’ê Tebaxê weke 14’ê Tîrmehê roja rûmetê ye
Divê ti keseke rasteqîniya Fermana 74’an a 3’ê Tebaxê ji bîr neke Divê her kes raman û helwesta xwe li gor vê diyar bike. An na rasteqînî, sinc, ûcdan, maf û dadmendî wê li deriyê me hemûyan bide.
Divê ti keseke rasteqîniya Fermana 74’an a 3’ê Tebaxê ji bîr neke Divê her kes raman û helwesta xwe li gor vê diyar bike. An na rasteqînî, sinc, ûcdan, maf û dadmendî wê li deriyê me hemûyan bide.
3’ê Tebaxa 2014’an li ser serê Êzîdiyan Fermana 74’an hate rakirin. Heke 12 gerîlayên fedaî mudahele nekiribana wê qirkirina herî mezin a dîrokê bihata kirin. Di serî de Kurd hemû mirovahî wê gunehê qirkirineke wiha bijiyana. Ji bo hemû Kurdan wê bibûya jiyaneke travmatîk. Di salvegera Fermana 74’an de divê hemû Kurd û mirovahî ji bo ku ew ji rewşeke travmatîk ya bi vî rengî xilas kirine, divê malavayiyê li 12 gerîlayên fedaî bikin. Van 12 gerîlayan herî pir PDK ji şerma giran xilas kirin. Beriya her kesî jî divê PDK malavayiyê li gerîlayan bike. Birêz Mesûd Barzanî çaw ku malavayî li wan gerîlayan kir ku nehiştin DAIŞ bikeve Hewlêrê, divê sed carî li vê zêdetir li wan gerîlayan bike ku nehiştin Şengalê qirkirin pêk were. Divê rastiya Fermana 74’an a ku 3’yê Tebaxê hatî jiyîn kesek ji bîr neke, divê her kes raman û helwesta xwe li gor vê diyar bike. An na wê rasteqîniya dîrokî, sinc, ûcdan, maf û dadmendî li deriyê me hemûyan bixe.
3’ê Tebaxa 2014’an nikare were jibîrkirin. Ti kesek nikare weke ku tiştek nebûbe tevbigere. Di serî de Êzîdî divê 3’yê Tebaxê ji bîr nekin. Ji bo ku fermaneke dî li ser serê Êzîdiyan ranebe, ji bo ku bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk, divê bibin xwedî zanîna 3’yê Tebaxê ango Fermana 74’an. Rengê siberoja Êzîdiyan li gorî wê, wê diyar bibe bê ka çi qasî Fermana 74’an ji xwe re kirine zanîn, hişmendî.
Di fermana 74’an helwesta Iraqê, PDK, Ewropa, DYA, Rûsya, Tirkiye, Îranê û dewletên dî çi bû? Helwesta NY’yê çi bû ku dibêje arîşeyên hemû mirovahiyê ji xwe re kirine derd? Ev hemû hêz û dewlet tenê temaşa kirin. Hin jê rasterast û hin jî ne rasterast bûne hevkarê vê qirkirinê. Baş e helwesta gerîlayên PKK’ê û civaka bi bandora PKK’ê çi bû? Divê mirov vê rastiyê baş hûr bibe û lêbikole. Heke ev baş wer kolan, wê derkeve holê bê ka mirovahiyê, ûcdanê, sincê û nirxên mirovî her baş kî temsîla wê dike û kî diparêze.
Hemû gerîlayên ku êrîşa bi ser Şengalê de bihîstin, ji bo ku gelê Êzîdî xilas bikin xwestine ku biçin Şengalê. Rayedar û fermandarên HPG’ê nekarîbûn ku kadroên PKK’ê bigirin. Gelek gerîlayên PKK’ê û kadroyên wê, ji rêxistinê bêyî ku destûrê bistînin, li wesayitên xwe siwar bûne û ber bi Şengalê ve çûne. Qedroyên PKK’ê yên ku kopal bûn, ên di çapemenî, çandê û qadê dî de dixebitîn bi rengekî revok xwestine ku li Şengalê bi rengekî fedaî şer bikin. Bi vî rengî bi dehan PKK’yî li ser rêya hatine rawestandin û bi zorê ew şandine ser peywirên wan. Gerîlayan gotin ji bo Şengalê reva ji yekîneyan û xebatan heq e, peywira mirovahiyê ye û xwe li rêxistinê ferz kirine. Di dîroka PKK’ê de yên ku ji bo ku bi rengekî fedaî şer bikin gelekan xwe ferz kirine, lê cara pêşî tê dîtin ku derdikevin derveyî disîplîna rêxistinê, guh nadin disîplîn û biryara rêxistinê û dikevin rêyan. Di Fermana 74’an de hatiye dîtin bê ka PKK rasteqîniyeke çawa ye, milîtan û civakeke çawa gihandiye.
Ev rasteqînî ji hêla Rêbertiya Gelê Kurd ve hatiye avakirin. Bi rengekî pir vekirî diyar bûye ku PKK partiyeke çawa ya çewisandiyan e û ya wan a neheqî li wan hatiye kirin. Helwesta ku kadro û milîtanên PKK’ê di Fermana 74’an de nîşan dane di dîroka PKK’ê û Kurdan de wê cihê xwe yî rûmetê bibîne, di dîroka mirovahiyê de jî. Her PKK’yiyek ji vê helwesta di Fermana 74’an de wê rûmetdar bibe. Her demê wê vê rûmetê bijî.
Dema ku êrîş bi ser Şengalê de bûyî, hîsa kadro û gerîlayên PKK’ê dikare bibe mijara roman û berhemên hunerî. Ji ber sedema karekterê ku Rêber Apo ava kirî, gerîlayên YPG, YPJ’ê û hem jî gerîlayên HPG, YJA Starê bi berxwedana 12 gerîlayên fedaî ve bezî ne û mil bi mil bi wan re li dijî DAIŞ’ê berxwedana herîm ezin a dîrokê dane. Têkçûna DAIŞ’ê ji wir dest pê kiriye. DAIŞ cara pêşî li Şengalê û Mexmûrê hatiye rawestandin. Serketina berxwedana Kobanê jî bi moral û hîkariyên berxwedana Şengalê pêk hatiye. Hêzên koalîsyonê piştî ku gelên dinyayê li berxwedana Şengalê û Kobanê xwedî derketin neçar man ku li Kobanê desteka hewayî bidin berxwedana dijî DAIŞ’ê.
Ji bo ku parekê ji têkoşîna gerîla, gelê Kurd û mirovahiyê parekê ji xwe re bistînin xwe mecbûr hîs kirine ku destekê bidine vê berxwedanê. Lê desteka mezin wan ji berxwedêrên Şengalê û Kobanê standine. Hêzên di nav hêzên koalîsyonê de ji nirxên moralê wiha par girtine ku di vê sedsala dawî de nirxekî wiha yên moralî ji tiştekî dî nestandine. Ji bo vê jî hêzên di nav koalîsyonê de divê bi hezaran caran malavahiyê li berxwedêrên Şengalê û Kobanê bikin. Naxwe ew jî wê weke hevkarên DAIŞ’ê, bi deqe li ser eniya xwe bijîyana. 12 fedaiyên Şengalê Iraq, PDK û hemû mirovahî ji şerma giran xilas kirin.
Ji Fermana 74’an AKP di asta pêşî de berpirs e ku berê DAIŞ’ê da Şengalê. Tayyîp Erdogan hevkarê herî mezin ê Fermana 74’an e. Ê ku li Şengalê, Kobanê DAIŞ bi ser Kurdan de ajotî Tayyîp Erdogan e. Ev rastî kengî jî be wê derkeve holê. Teqez e ku di nav DAIŞ’ê de wê hin li xwe mikur werin. Heke DAIŞ muhasebeya xwe bike wê bibînin ku Erdogan û AKP berê wan dane Kurdan û di ser encamê vê re wê binirxînin ku ev xetaya wan a herî mezin bû. Wê bibînin ku piştî ku desthilatdariya Erdogan û AKP ew bi ser Kurdan de şandin berdêleke çawa mezin dan. Ji bo vê em dibêjin wê derkeve holê ku hevkarê sûc ê herî mezin ê DAIŞ’ê Tayyîp Erdogan e.
PKK bi berxwedana Şengalê hem hesabê DAIŞ’ê û hem jî hesabê Erdogan li bin guhê hev xist. Heke îro Tayyîp Erdogan di dema xwe ya herî qels de be, ketibe têkçûnê destpêka vê berxwedana 12 fedaiyan a 3’yê Tebaxê ye. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya ku bi berxwedana Kurdan berejêrkî ve çûne, bi têkoşîna hevpar a Kurdan û hêzên demokrasiyê wê wan jî bişîne cihê ku DAIŞ çûyê.