2 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredara berê ya Colemêrgê

Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû ya ku di dema ji girtîgeha Sincanê sewqî Wanê hatî kirin de şidet lê hatibû kirin û agahî jê ne dihate stendin, 2 salan zêdetir ceza lê hate birîn.

Dîlek Hatîoglû di 12’ê Sibatê de dema ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Wanê hatibû kirin, di têketina girtîgehê de ji ber ku lêgerîna bi tazî qebûl nekiribû, êşkence li wê hatibû kirin.

Bavê wê Kemal Yeşîlbag diyar kir ku ew nikare agahiyan ji keça xwe bistîne û serî li Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.

Piştî vê agahiyê rûniştina doza Hatîp û Hevşaredarê wê demê Nûrûllah Çiftçî ji di nav de ji bo 20 endamên meclisa şaredariyê hate dîtin.

Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Colemêrgê hatî dîtin de, bi hênceta doza sîstema hevserokatiyê bi sûcê “erka xwe xirab kar tîne” û “zimmet” hatin darizandin.

Dadgehê ji bo Hatîpoglû bi idîaya “zimmetê” 2 sal û 2 meh û 20 roj ceza birî, ji bo Çîftçî jî 5 hezar 500 TL cezayê pere hate birîn.

Li endamên din meclîsa şaredariyê jî bi idiaya “erka xwe xirab bikar tîne” cezayê pere hate birîn.