2 rojnamevanên Fransî yên hatin revandin hatin kuştin
2 rojnamevanên Fransî yên hatin revandin hatin kuştin
2 rojnamevanên Fransî yên hatin revandin hatin kuştin
Hat ragihadin ku 2 rojnamevanên Fransî yên ku nûçe dişopandin, li bajarê Başûrê Maliyê Kidal yê hatin revandin, hatine kuştin.
2 rojnamevanên ku di radyoya navnetewî ya Fransa ya Radio France Internationale (RFI) de kar dkirin yên bi navê Claude Verlon û Ghislaine Dupont hatîn ragihandin ku hatine kuştin. Ev agahî ji aliyê Wezirê Derve yê Fransayê, Hêzên Ewlehiya Maliyê û çavkaniyên Turaregfa ya girêdayî Tevgera Azadiya Netewî ya Azawadê (MNLA) ve hatin pişt rast kin.
Wezirê Derve da diyar kirin ku Rojnamevanên RFI' yê destpêkê ji aliyê komek çekdar li Kîdalê hatine revandin û pişt re kuştî hatin e dîtin. Li Kîdalê Waliyê Tinzaweten Paul-Marie ragahandin ku piştî lêgerina rojnamevanên Fransî çend deqîqeyan cenazeyên wan ji derveyî bajêr hatin dîtin. Ragihandin ku cenaze 12 km li durî Kîdalê hatine dîtin.
Hat zanîn ku rojnamevanên Radyoya RFI li ber mala nûnerê MNLA’ yê Ambery Ag Risa wê detir hatine revandin.