15 hezar xwendekar tevlî ezmûnan dibin

15 hezar xwendekar tevlî ezmûnan dibin

Li Dêrikê, di çarçoveya ezmûnênd awiya salê de 15 hezar xwendekar di asta seretayî, navîn û amadeyî de tevlî ezmûna zimanê Kurdî dibin.

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di çarçoveya ezmûnên dawiya salê de û piştî ku zimanê kurdî bi awayekî fermî di dibistanan de hate dayîn, dest bi ezmûnan kir. Di dîroka Dêrikê de ev cara yekemîn e ku li hemû dibistanên bajêr ezmûnên zimanê kurdî ji 15 hezar xwendekarên asta seretayî, navîn û amadeyî re têne dayîn.

 Mamosteya zimanê kurdî Edîbe Hesen jî kêfxweşiya xwe nîşan da  û got:’’Xwendekar jî bi ezmûnên kurdî keyfxweşin ku niha û piştî qedexekirina bi sal ya zimanê kurdî îro bi kurdî dixwînin û dinivîsin.’’

 Pirsên ezmûnan ji aliyê SZK’ê ve hatin amadekirin.