15'ê Tebaxê li Moskowê hat pîrozkirin
Li paytexta Rûsya Moskowê, Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li paytexta Rûsya Moskowê, Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
Li paytexta Rûsya Moskowê, 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Mala Çandê ya Lûnaçarskî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Dûre li ser jiyana sembola berxwedana çekdarî ya têkoşîna azadiyê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) sînevîzyon hat nîşandan.
'DIVÊ HER KURD JI BO AZADIYA XWE TÊBIKOŞ E'
Di pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li ser wate û girîngiya rojê axivî. Cotkar da xuyakirin ku bi saya ruhê 15'ê Tebaxê îro gelê Kurd gihaştiye wê radeyê ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ev yek ji tevahiya cîhanê re ragihandiye. Cotkar got, "Polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk roj bi roj bandora xwe ya li ser Kurdan winda dike. Divê êdî ti Kurd neyê lîstikên qirêj ên AKP'ê û ji bo azadiya xwe têbikoş e. Divê tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo jî tavilê were rakirin û hevdîtinên bi Rêberê me re ji nû ve destpê bikin."
Dûre Hevserokê Kongreya ÊzidiYên li Rûsyayê Cemal Şemoyan û Nûnerê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Aso Talabanî derketin ser dikê û cejna vejînê li gele Kurd pîroz kirin. Piştî axaftinan, ji Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ya Bakurê Kurdistanê Axîn Biro, Zelal Gokçe, Helîm Omerî û ji abjarê Tambov ê Rûsyayê Koma Govendê ya Medya hunera xwe pêşkêş kirin. Şahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.