15'ê Tebaxê li Ewropayê hate pîrozkirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Rennes ê Fransayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Rennes ê Fransayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.
Bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê pîknîk hate orgnaîzekirin. Pîknîk ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freîbûrgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê ve hate lidarxistin û diyarî Mam Zekî û Atakan Mahîr hate kirin.
Di çalakiyê de Farqîn, Bulent Tûran, Xanemîr û Koma Welat Can derketin ser dikê.
15'ê Tebaxê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî hate pîrozkirin.
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hate xemilandin. Piştî axaftinan pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
Li bajarê Rennes ê Fransayê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, dirûşmên "Azadî ji Serok Apo re, statu ji Kurdistanê re", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.