15'ê Tebaxê bi şahiyekê li Sydneyê hate pîrozkirin
Li Sydneyê 33'emîn Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîroz kirin.
Li Sydneyê 33'emîn Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîroz kirin.
Şeva pîrozbahiya 15'ê Tebaxê di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk de li Redgam Centreyê hate lidarxistin. Bi wesîleya 33'emîn Pêngava 15'ê Tebaxê şeva pîrozbahiyê ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê ve destpêkir.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxisistinên civaka sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di şeva pîrozbahiyê de Hevserokên NCDK'ê Ronahî Xendîl û Tîmûr Zerzan axivîn. Xendîl cejna 15'ê Tebaxê li Kurdistaniyên ku beşdarî pîrozbahiyê bibûn pîroz kir û wiha got: "Gelê Kurd ji hemû deman zêdetir nêzîkî azadiyê ye û bi ruhê 15'ê Tebaxê em ê têkoşînê bidomînin."
Endamê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Tastan ku beşdarî pîrozbahiyê bibû axivî û got: "Cejna vejîn û berxwedanê ya netewî 15'ê Tebaxê, ji bo ku em veguherînin cejna serketinê pêwîste ji hemû deme zêdetir em têkoşînê bikin."
Piştî axaftinan hunermend Ayfer Duzdaş, Caner Yîlmaz, Xanemîr , Roj û Koma Welat derketin ser dîkê.