12 girtî di grêva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne!

12 girtî di grêva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne!

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wan’ê, li dijî hewldanên keyfî û binpêkirina mafan, dest bi grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Li dû grêva birçîbûnê ya 36 rojan a li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, vê carê jî girtiyên ji doza PKK’ê yên li girtîgeha tîpa F ya Wanê, li dijî hewldanên kêfî û binpêkirina mafan, dest bi grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ji doh ve 12 girtiyên PKK’yî daxwaznameyek dan rêveberiya girtîgehê û diyar kir, ku heta daxwazên wan bicih werin, ewê bêdem û bêdorveger di grêva birçîbûnê de bin. Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun û Nûnerên Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û dan xuyakirin, ku girtî di çalakiya xwe de biryardar xuya dikin.

Der heqê mijarê de Serokê TUYAD-DER a Wanê Aygun agahî da û diyar kir ku piştî grêva birçîbûnê ya 12’ê Îlona sala 2012’an de girtiyên PKK’yî û PAJK’ê bi dawî bû, li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bi rêbazên cûrbecûr zext li girtiyan destpê kirine. Aygun diyar kir, 24 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Wanê, di bin  navê sewka girtîgeheke din hatine sirgunkirin.

Aygun ragihand, ku rêveberiya girtîgehê, di serî de psîkolojîk bi gelek pêkanînan hewl dide vîna girtiyan bişkîne û got, “Gardiyanên li girtîgehê, bi gustîlk nîşaneya faşîstan, tizbîh, gef û rêbazên nebaş bi ser girtiyan de diçin û dixwazin wan tehrîk bikin. Rojê 12-13 caran li odeyan lêgerîn tên kirin, di hevdîtinên bi malbatan re de, hem li girtiyan hem jî li malbatên wan zext tên kirin. Aktîvîteyên girtiyan, tên astengkirin.”

DAXWAZÊN GIRTIYAN

Aygun da xuyakirin, ku weke TUYAD-DER, wan li ser daxwazên girtiyan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk aniye û destnîşan kir, ku ji ber pirsgirêk nehatine çareserkirin, 12 girtiyan bi armanca bicihanîna daxwazên wan dest bi grêva birçîbûnê kirine.

Aygun ragihand, ku girtiyên ketine grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger Nazim Kaplan, Cîhan Yaşar, Surmelî Eşsîz, Necîp Ozdîl, Caner Dogan, Îbrahîm Şen, Memduh Ozdemîr, Ridvan Tûran, Zekî Kûrt, Fûrkan Aslan, Azîz Temel û Erdem Akti ne.

Aygun diyar kir, ku ji bo girtî dawî li çalakiya xwe bînin divê ev daxwaz bicih werin anîn; “Şert û mercên hevdîtinên girtî û vekirî yên girtiyan sererast bibin, lêgerînên ji derketina odeyan bê rakirin, di serî de girtiyên nexweş dermankirina girtiyan a li nexweşxaneyê bi rêk û pêk werin kirin, raporên ji bo girtiyên nexweş tên xwestin bêyî sergêjiyê bên dayîn, dawî li binpêkirina mafên çalakiyên civakî bê anîn, lêdana derî, cezayê hucre yên li 150 kesan hatine birrîn bên rakirin, serdestigirtina odeyan neyê kirin û xwarin bibe xwarina karibe mirov bixwe.”