12'ê Gulanê ji bo qeyda dengdêrên li Ewropayê roja dawî ye

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema lêpirsîn û qeydkirina dengdêrên li derveyî welat roja 12'ê Gulanê diqede.

Ji bo dengdêrên li derveyî welat karibin di hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin, neçar in ku di "Yurtdişi Seçmen Kutugu" (Lîsteya Dengdêran a li Derveyî Welat) qeydkirî bin. Lêpirsîna li qeyda dengdêriyê ku 2'ê Gulanê dest pê kir, 12'ê Gulanê diqede. Yên ku qeyda xwe nîne, ya jî heta 12'ê Gulanê qeyda xwe çênekirine wê nikaribin di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin.

Qeyda ji bo lîsteya dengdêriyê ya li derveyî welat 2'ê Gulanê hate ragihandin û wê 12'ê Gulanê li gorî dema Ewropayê saet 17'an bê rakirin. Welatiyên Komara Tirkiyeyê yên li derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn, heta 12'ê Gulanê dikarin li navnîşana www.ysk.gov.tr li beşa "Yurtdışı Seçmen Sorgulama" (Lêpirsîna li Degndêriya li Derveyî Welat) (https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp) kontrol bikin bê qeydkirî ne yan na. Her welatiyên Komara Tirkiyeyê yên 18 saliya xwe temam kirine û qeyda xwe di lîsteya dengdêriyê de hene, dikarin dengê xwe bidin.

YÊN KU NAVÊ XWE NABÎNIN YA JÎ WÊ GUHERTINÊ BIKIN

Dengdêrên ku navê xwe li lîsteya dengdêriyê ya derveyî welat nabînin, ya jî divê di qeydê de guhertinekê bikin, ya jî navnîşana xwe biguherîne, heta 12'ê Gulanê divê serî li nûnertiyeke li derveyî welat bide û bi nasnameya xwe forma "Adresa Beyan Formu (Form B)" (Beyana Navnîşana xwe) li navnîşana ( http://www.ysk.gov.tr/doc/dosyalar/AdresBeyan-Yurtdisi.pdf ) dagirin, îmze bikin û bi tevî kopya nasnameya xwe bi rêya postayê ji konsolosxaneya herî nêz re bişîne. Lê belê şert e ku ev posta teahuta îadekirinê bê şandin. Ji ber ku wext kêm maye, ya baş ew e ku dengdêr bi xwe biçe konsolosxaneyê û serlêdanê bike.

Serlêdana piştî 12'ê Gulanê wê neyê qebûlkirin.

DENGEKÎ BI TENÊ JÎ GELEKÎ HÊJA YE

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç bi bîr xist ku gelek dengdêrên nû bûne 18 salî û yên ji ber zext û zordariyê neçar mane bên Ewrpoayê hene û got, divê qeyda xwe ya dengdêriyê kontrol bikin. Koç got, "Eger ew bi xwe nikare vê yekê bike, dikarin serî li komîteyên me yên li komele û semtan wezîfedar in bidin û alîkariyê bixwazin. Ji bo karibin dengê xwe bidin, divê di wexta xwe de ev kar bê kirin. Divê kesek bi xemsarî tevnegere. Em ji bîr nekin; dengek jî gelekî hêja ye; her dengê neyê dayin tê wateya xizmeta ji bo dîktatoriya Erdogan.

TEQEZ KONTROLA LÎSTEYA DENGDÊRIYÊ BIKIN

Di vir de xaleke din a girîng ew e; we beriya niha li welatekî Ewropayê dengê xwe dabin jî, teqez lîsteya dengdêriyê kontrol bikin. Dixwazim bi taybetî vê yekê destnîşan bikim; Bila ti kes xwe ji çûyîna konsolosxaneyê venegire.  Her welatiya/ê Komara Tirkiyeyê dikare dengê xwe bide."