Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan pirsîn
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine windakirin, çalakî hatin lidarxistin. Navê jinên ku li Amedê di 8’ê Adarê de hatine windakirin, hatin xwendin.
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine windakirin, çalakî hatin lidarxistin. Navê jinên ku li Amedê di 8’ê Adarê de hatine windakirin, hatin xwendin.
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidar xistin.
AMED
Li Amedê di hefteya 839’an a çalakiyê de, parêzvanên gelan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo jinên hatine windakirin û di komkujiyan de hatine qetilkirin, edalet hate xwestin.
Alîkara Serokatiya Şaxa ÎHD’ê Suzan Mehmetoglu Aksoy li vir axivî û got, mafên jinan divê ne tenê rojekê, her roj bên parastin.
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî navên jinên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî di hefteya 675’an a çalakiya xizmên windayan de, li Cadeya Gulistan li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn û faîlên Mehmet Mungan hatin pirsîn ku 18’ê Adara 1998’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate windakirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, hefteya 165’an a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiyê wêneyên windayan hatin hildan û aqûbeta Naîf Demîr hate pirsîn ku 6’ê Adara 1995’an li Çelê hate windakirin.