BI DÎMEN

‘Hikumeta Iraqê saziyên leşkerî ava dike, lê îdareya Şengalê ava nake’

Rêvebirê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku piştî şikestina rejîma Sedam Hisên û heya roja me rewşa îdarî û siyasî ya Şengalê zelal nebûye û got: ‘’Em xizmeta gelê xwe dikin lê hikumeta Iraqê îdareya Şengalê ava nake."

RÊVEBIRÊ NAHIYA SINÛNÊ

Piştî ku di sala 2003’yan de rejîma Sedam Hisên şikest, li Iraqê rewşeke nû ya siyasî û îdarî derket holê û civaka Êzidî jî ket nav hêvî û bendewariya wergirtina mafên xwe yên esasî. Lê ji wê demê heya niha bi taybet rewşa Şengalê ji aliyê îdarî ve zelal nebûye. Herî dawî jî ruxmê ku di ser hilbijartina encûmena meclîsa Mûsilê demeke dirêj derbas bûye, hê jî îdareya nû ya Şengalê dest bi kar nekiriye.

Rêvebirê nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê jî derbarê rewşa îdarî ya Şengalê ji ajansa me re axivî.

Xwedêda Çûkê anî ziman ku piştî ku rejîma Sedam Hisên şikest û destûra bingehîn a Iraqê hate çêkirin, di esasê de wê sîstemeke demokratîk li Iraqê bihata avakirin û got: ‘’Lê sîstemeke demokratîk li Iraqê ava nebû. Di sîstema heyî ya Rojhilata Navîn de, di serî de Êzidî ti komên civakî û kêmnetew ne xwedî mafên xwe ne. Sîstema li Iraqê jî sîstema kutleyan e, sîstema piraniyan e. Ji aliyê siyasî ve kotayek dane Êzidiyan û dengên hemû Êzidiyan bi wê kotayê winda dibin, eger kota nebûya dibe ku ji bo Êzidiyan baştir bûya. Niha, 10 Êzidî serî li kotayê didin û dengê Êzidiyan dibe tine.’’ 

Rêvebirê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê da zanîn ku ev 7 sal in ew bi xwe weke rêvebirê nahiya Sinûnê xebat dimeşîne û got: ‘’Em xizmeta gelê xwe dikin lê hikumeta Iraqê îdareya Şengalê ava nekiriye. Berpirsên saziyên leşkerî û istixbarî yên Şengalê diguherin lê heya niha îdareya Sinûnê ava nekirine. Xelkê me ji bo karên xwe yên fermî bi zor û zehmetî diçe Başûrê Kurdistanê, hem mesrefeke zêde dike hem jî astengî ji wan re tê derxistin.’’