Bi girseyî serdana sersaxiyê li malbata gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk hate kirin

Taziyeya ku ji bo gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk wê bihata danîn, hate astengkirin. Girseya gel serdana taziyeya li ber mala malbata Çelîk kir.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk (Agît Arî) ku li navçeya Qaxizman a Qersê di sala 2019'an de di şer de şehîd bû, piştî 6 salan di 4'ê Adarê de radestî malbata wî hate kirin. Malbata Çelîk cenazeyê kurê xwe beriya 3 rojan ji Goristana Bêkesan a Erzîromê wergirt û li navçeya Hênê ya Amedê spart axê.

Malbata Çelîk xwest li mala şînê ya navçeyê serdanan qebûl bike. Lê belê Midûriyeta Emniyetê destûr neda. Li ser vê yekê taziye li hewşa malbata Çelîk hate danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) girseya gel serdana malbata Çelîk kir. Li gel nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl gelek kesî serdana malbata Çelîk kirin.

Hevserokên MEBYA-DER'ê sersaxî ji malbata Çelîk re xwestin.