Zîlan Vejîn: Em ê jiyaneke azad bi gelê xwe bidin qezenckirin

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku pirsgirêkên li Rojhilat û Îranê encex wê bi rêyên demokratîk çareser bibe û got: “Em ê pir bixebitin û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Di encama vê de jî em ê jiyaneke azad bi gelê xwe bidin qezenckirin.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn têkildarî geşedanên sala 2023’an ên li Rojhilat û Îranê û armanca wan a sala 2023’an bersiva pirsên ANF’ê da. Zîlan Vejîn bi bîr xist ku dewleta Îranê piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” hejiya û anî ziman ku sala 2024’an wê bi xebat û têkoşînê derbas bibe.

Nirxandina Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bi vî rengî ye:

-Rewşa dewleta Îranê di hundir û beramber derve de çawa ye?

Zîlan Vejîn: dewleta Îranê di hundir xwe de di lewaztirîn astê de ye ku ji sala 1979’an heya niha ketiye vê rewşê. di hemû aliyan de zehmetiyên mezin hene ku dewletê bixwe çêkirine. Dewlet bi destwerdana li herêmê û bi dayîna serwet û samaneke mezin ji karên destwerdanan li hemû cîhanê de, nefes û mecala civakê biriye. Welatê Îranê weke erdnîgarî xwediyê cî û serwet û çavkanî û derfetên dewlemende, lê cîh û deverên hişk û bi pirsgirêk jî têde pir in, lewma divê ku rêveberiyeke baş a ekonomîk, civakî û çandî hebe da ku bikarin kar û barên welat serhev de bînin. Ew yek pisporiyê dixwaze, lê dewlet şûna pisporiyê, guh dide girêdana mirovan bi dewleta xwe û berjewendiyên elîtên ku dewlet destê wan de ye. Berê digotin berjewendiyên gelê ku mezheba wan Şî’e ne esas digirin, lê niha derketiye ku hem Şî’e û hem jî Sunî yên dijî dewletê pirin. Lewma di nava Şî’eyan de jî berjewendiyên elît û rantxwar û mafiyayên teng ên dewletê ye ku her tiştî diyar dike. Di encama wê siyasetê de welat roj bi roj paş ket. Welatê ku dikarî bi çavkaniyên xwezayî û derfetên bazirganî, turîstî, civakî û çandî bibe bihişteke mînak, niha çolistaneke tije pirsgirêkên ekolojîk, civakî, çandî, ekonomîk û siyasî ye. Dibe ku peyva qeyranê têra vegotina rewşa hundirîn a Îranê neke! Bi rastî jî weke gotina Kurdî dibêjin kevir ser kevir nemaye. Tenê dewletê dezgeh û saziyên xwe yên serkûtê xurt kirine û bi rêya peywendiyên derve (û di rastiya xwe de firotina hemû tiştan ji hinek hêzên weke Çîn û Rûsyayê re) xurttir û xurttir kirine. Civaka Îranê nîşan daye ku zilm û bêdadiyê qebûl nake û teqez dê bertekan nîşan bide. Faktorên weke xizaniya zêde ku civak pir mijûl kiriye û faktorên weke teknolojiyê ku dewlet ji bo serkûtan pir bikar tîne jî hinek faktor in ku divê mirov berçav bigire û bizane ku civakê bandor dikin û nahêlin zûtir biteqe.

Dewlet di hundir xwe de jî pir lewaz bûye. Wan 40 salên borî her carê baskeke dewletê hate derxitin û niha baskê muhafezekarên hişk ku jê re dibêjin “Usûlgera” hemû rehên desthilatê xistine destê xwe de. Êdî dijberên desthilata Îranê di hundir wan de jî kêm nînin. Mirina “Elî Xameneyî” dikare bibe teqînek û parçebûneke hundir desthilatê de. Ew yek nakokî û hendîkapeke mezine ku hê diyar nîne ka çi rêkar û çareserî jê re dîtine. Teqez Îrana piştî Xameneyî dê Îraneke cuda be, dibe ku tam bibe koleyê hêzên weke Çîn û Rûsyayê û dibe ku deriyê reform û entegrebûn bi hêza hegemon a cîhanê re jî veke. Di her du rewşan de jî dê nakokiyên mezin derkevin.

Di hundirê Îranê de gelek bask, alî û kesên rantxwar jî çêbûne ku ew bi xwe jî bûne navendên bandorker û biryarbidest! Niha jî baskên rantxwar ên derdora muhafezekaran bihêz in û rê nadin çi guhertin çêbin. Rantên mezin ên ku di aqil de cîh nabin hene. Berî demekê di gendiliyeke kirîna çayê de 3.5 milyar Dolar hatiye dizîn. Diziyên wisa mezin ku tenê weke xeyalan tê zihnê mirov. Çend sal berê platformeke petrolê hate dizîn! Di fîlmên ku mubalixe têde heye jî tiştan wisa nînin! Yanî wê dewletê Îran kiriye ciheke bêxwedî û bêserûber û ser wê rant û diziyê jî pergalek çêkirine ku bi destwerdanên derve xwe ser lingan digire. Di serhildanan de gelek ciyan de ji bo serkûta gel hinek hêzên derver bikar birin ku dihate payîn Hizbullah yan Heşdê Şe’bî bin. Wan bi temamî û her milî de pişta xwe dane derve.

Dewleta Îranê ji bo berdewamiya xwe peymanên mezin bi welatên weke Çîn û Rûsyayê re girêdane ku naveroka wan eşkere nakin. Êdî di her devera Îranê de Çînî hene û ji endustiriyên weke petrolê bigire heta masîgirtinên di Kendavê de û heta berhemanîna “Bîtkoyin”ê de Çînî hene. Niha yek ji gumanan ew e ku gola Ûrmiyeyê zuha kirine da ku madeya “Lîtiyom”ê jê derxin û ew yek di çarçoveya peymanekê bi Çîniyan re kirine. Hinek xebat li ser gola zuha bûyî hene ku wê gumanê xurttir dikin. Li gor ku xuya dike, dewleta Îranê ji bo desthilat ji destê wan neçe, welat hemû pêşkêş kirine. Welatê ku dikarî wan çil salan de bibe reqîbek ji welatên weke Japonê re, niha bûye welatek ku ne diyare destê kîjan hêzan de ye û hemû tiştên wê di tarîtiyê de mane!

Dewleta Îranê bi dewleta Rûsiyayê re jî peyman û girêbestên wisa girêdane. Ew xwe hevpeymanê Rûsan didin nas kirin, lê di helwestên Rûsyayê yên di platform û nîqaşên cîhanî de, Rûsya wisa tevnagere û gelek ciyan de dijî Îranê tevgeriyaye. Bi berçav girtina hewildanên Rûsyayê ji bo çêkirina hegemoniyaya ser Îranê di dîrokê de, ew yek tê famkirin. Çendîn sale ku biryare Rûsiye balefirên Soxo 35 bifiroşe wan. Di gel ku Rûs bixwe li kiryaran digerin, lê dîsan jî heya niha Îran gîro kirine û nefirotine wan, xûyaye ku rewş wisa nîne weke ku kerbidestên dewleta Îranê dibêjin.

Dewleta Îranê di siyaseta xwe ye derve de jî di milekê de destwerdankar e, milekê jî teslîmkar û ew dualîte bûye belaya serê siyaset û civaka Îranê. Niha xuyaye ku bi hêzên derve re li hev kirine. Di destpêka şerê Ûkraynê de wisa nebû, lê di şerê Xezeyê de pir bi ihtiyat tevgeriyan û daxûyaniyên Emerîka jî weke yên wan bûn û digotin ku çi delîl nînin ku em bêjin destê Îranê di êrîşa Hamasê de heye! Yanî wan û Îranê ser hinek mijaran lihev kirine, ji xwe serbest berdana 11 milyar pereyên Îranê yên li derve jî wê yekê piştrast dike.

Îran dixwaze ku bi awayek karîkatorî roleke hegemon di herêmê de bilîze. Bandora dewleta Îranê jî heye, lê niha mirov pir baş dibîne ku hêzên hegemon li cîhanê bi zanabûn û di çarçeveyeke taybet ji bo berjewendiyên xwe de çavên xwe ser wê bandorê digirin. Hinekê dişibe rewşa Tirkan. Ji bo Tirkan çima ku di eniya hêza hegemon de ye çavên xwe digirin, ji bo Îranê çima ku sedemên baş ji wan re çê dike da ku li herêmê bimînin, çavên xwe digirin. Nexwe dewleta Îranê bi wê rewşa xwe nikare weke hegemoneke herêmî rol bilîze, tenê girêdayi hinek armancên cîhanî dikare wisa bimîne.

Pirsgirêkên Îranê bi netewan re û binpê kirina mafê netewan û herwiha pirsgirêkên pir mezin yên ekolojîk weke “çol bûyina” beşeke mezin ya navenda Îranê ku roj bi roj zêdetir dibe, herwiha pirsgirêkên weke nemana rewatiyê ji hukmên şerî’etê re cem gelên Îranê, hemû ew pirsgirêkên ku dewleta Îranê fetisandine û çi rêyekê ji wan pirsgirêkan re pêşniyar dikin, hema zû dixetime. Ji ber ku rêyên ku pêşniyar dikin, rêyên zalimane û zordestane ne. Demokrasî û vekirinên siyasî qet di bala wan de nînin, lewra roj bi roj rewş kambaxtir dibe.

Bi giştî girêdayî qeyrana cîhanî ya ku heye, dewleta Îranê jî di qeyranekê de ye û rengvedanên wê qeyranê ser civaka Îranê jî hene û civak di rewşeke tengezar de ye. Dewleta Îranê bi serhildanên Jin, Jiyan, Azadî lerizî û hinekê jî ruxiya û hinekê hilweşiya. Niha dixwaze bi peymanên bi derve re û bi dayina hinek imtiyazan xwe kom bike da ku kontrola xwe ser hundir welat çê ke. Bêguman amûr û emrazên dewletê ji bo berdewamiya xwe hene, tekiliyên wê yên derve jî dê jê re alîkar bin, lê civaka Îranê jî ne civakeke ku her tiştî bipejirîne û dê rêya li hember rabûnê ji bo wan kiryarên dewletê bibîne.

- ji sala 2003’an heya niha gel çalakiyan dike. Dewletê gelek çalakvan û têkoşer li sêdarê dan, gelek kes zindanî kirin. Niha nebûna azadiyan û demokrasiyê an jî em bêjin pirsgirêkên civakî heya çi astê çûne? Bi dîtina we rêya çareseriya wan pirsgirêkan çawa dikare bibe?

Dewleta Îranê niha di qeyraneke kûr de ye. Ew qeyran ji destpêkê desthilatdariya wan di sala 1979’an de dest pê kir. Ji ber ku îdeolojî û mentiqê wan bixwe qeyransaz bû. Yanî bi nêrînên xwe yên seqet qeyran çê dikirin. Kê dijî wan ba, hetta ne bi wan re ba, diviya bê tesfiye kirin û kuştin. Çend hezar mirov bi dadgehên sosret darda kirin. Ew bi gotin hêsane! Di çîrokên demên kevin de heye ku hezaran mirovan darda bikin an li çaxan bidin! Dewleta Îranê ew yek kir û tovê nerazîbûnan di hindir de çand. Lewra gel her dijberî wan bû. Di dema şer de ku rêxistinên dijberî dewleta Îranê jî çekdar bûn, ew dijberiya bi rêya tekoşînên çekdarî dihate kirin, dema ku rêxistinên partîzanî (gerîlayi) û çekdarî bin ketin û di heman demê de şerê Îran û Êraqê jî bidawî bû, gel çend salekan bêhna xwe da û piştre dîsan hewil da ku mafên xwe bidest bixe. Gel li şêwazê tekoşînekê digeriya ku bikarin dijberiya xwe nîşan bidin. Di hilbijartina sala 1998’an de gel piştevaniya xwe ji reformên siyasî nîşan dan û “Xatemî” weke serokkomar hilbijartin, lê di payiza sala 1998’an de bi bûyerên ku jê re dibêjin “zincîre-kuştin”, dehan rewşenbîr û nivîskar û hunermend hatin kuştin û dema ku ew reşkujî eşkere bû, dewletê xiste stûyê çeteyên di nava “wezareta İtila’at”ê (rêxistina istixbarata Îranê ku weke wezaret hatiye ava kirin) de û serê wê girt. Gel demeke wisa kin de dîtin ku karbidestên dewleta İslamî weke sozên reforman dabûn, tevnagerin û ew gotar û basa “reform”an tenê kirine amûrek da ku pergala xwe bi wê berdewam bikin. Lewra gel li rêyekê digeriya ku nerazîbûna xwe nîşan bide. Di atmosfereke wisa de cara yekê gelê Kurd şêwazê serhildanên gelî û gelêrî fêrî gelên Îranê kir. Dema ji ber bêbextiya navneteweyi dijî Rêber APO di sala 1999’an de gelê Kurd rabû ser pêyan, hemû gelên Îranê dîtin ku ew şêwazeke bibandor ya çalakiyane û hema piştî wê tovên hinek rêxistinan şîn bû. Piştî wê yekê her çend salan carekê “nerazîbûn”, “li ber rabûn”, “dijberî” û “protest” destpê kirin. Ew yek pir caran bi awayeke dirindane hatin serkût kirin. Havîna sala 1999’an êrişî “kolana zanîngehê” li Têhranê kirin û xwendekar kuştin. Ew yek êdî bû kevneşopî û gel hêdî hêdî nerazîbûn û protest nîşan didan. Di hinek bûyeran de li paytext ew yek dihate kirin û di hinek bûyerên weke kuştina ciwanê bi navê “Şiwane Seyid Qadir” li Mehabadê, ew yek bi awayeke herêmî û lokal bû. Li ciyên weke Belûçistan û Ehwazê jî bûyerên wisa herêmî çê bûn.

Gel zanîn ku divê dijî wê dewletê nerazîbûnan nişan bidin, dewletê jî hêzên curbecur ji bo serkûta gel amade kirin. Sala 2022’an ku piştÎ dorpêçên ekonomîk yên Emrîka dewlet pir ketibû tentezariyê û ew tengezarî ji xerc û berîka gel dida, ew yek teqiya. Di milê din de jî kesên bi navê “Usûlgera” ku tê wateya muhafizekarên pir hişk hemû hêz û baskên pergalê girtin destê xwe û wan jî bi qanûnên hişk yên şerî’etê gel wêzar kiribûn. Qanûnên ku wersiyoneke din ya qanûnên Taliban û DAÎŞ’ê ne. Gel di bin zext û fişareke wisa de û bi çirûska bûyera “Jîna Emînî” teqiya û agirê serhildanê gur bû û gelek dewerên Îranê girt. Herêmên navenda Îranê kêmtir ketin nava serhildanan, lê herêmên hawirdor bi hemû hêza xwe dest bi xwenîşandanan kirin. Herêmên weke Kurdistan û Belûçistan û Xûzistan (Ehwaz)’ê performanseke bilind dijî dewletê nîşan dan. Çendîn mehan ew serhildan berdewam bûn û dema ku bi zehmetiya zivistan û debarê û zext û lîstikên dewletê asta serhildanan kêm bû, dewletê dest bi zextên cuda kir û hewil da ku wegere pêkanînên berê û hetta girantir bike. Hinek kes li sêdarê dan, hinek girtî wisa kirin ku dema azad dibûn, xwe dikuştin, hinek jehirxwar kirin û di mînakeke dirindane de dibistanên keçan de gazên jehrî berdan û ew ciwan jehirxwar dikrin û wisa tola xwe ji jinan digirtin!

Pirsgirêkên civakî û siyasî û çandî û azadiyên tekekesî her weke berê li Rojhialtê Kurdistan û Îranê de man û roj bi roj girantir jî dibin. Ew pirsgirêk tenê bi rêya pergaleke demokratîk û azad têne çareser kirin. Herwiha divê tekez ew pergal li gor pîvanên ekolojîk be. Mijara ekolojîk mijareke girînge ku ne dewletê guh didê û ne jî hêzên dijber zêde ser kar dikin. Em weke partî wê mijarê weke xaleke esasî dibînin ku divê jê re kar bikin û divê bernameya me ya siyasî-civakî de be. Çandsaziyê jê re bikin û gel fêrî jiyana ekolojîk bikin û bi giştî bikarin jiyan û exlaqeke li gor ekolojiyê çê kin. Bi dîtina me rêya çareseriya wan pirsgirêkên Îranê di duruşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê de veşartiye. Yanî divê azadî û berî her tiştî jî azadiya jinan û beşdariya wan ya jiyanî-siyasî – civakî hebe. Divê jiyaneke demokratîk hebe û divê ew jiyan bi xweza û ekolojiyê re hevaheng be û dijberî ekolojiyê nebe. Ewe rêya çareseriyê. Em di qonaxekê de ne ku nabe mirov nîvcuyi kar bike an pêşniyazan bike. Çareserî jî divê teqez be, bi çareseriyên perçe perçe êdî pirsgirêk nayê çareserkirin. Helbet ew çareseriya me gotî gelek rehendên wê yên weke ekonomî û çand û perwerde û tendirustî û hwd hene ku divê hemû bêne nîqaş kirin û bername jê re bê dariştin û bêne pêk anîn.

-Çi girîngiya tekoşîna civakî û pêşengtiya civakî di çareser kirina pirsgirêkên gelên Îranî de heye gelo?

Pergala dewleta Îranê û pergala cîhanî ya sermayedarî jî bi gelek derfet û amûran xwe qahîm kiriye û tevneke berfireh raçandiye. Ji bo ku beramber wê pergalê tekoşîn bê kirin, helbet fikir pêwîste, bername lazime û kesên ku pêk bînin. Pêşengtiyeke wê bername û proseyê nebe, ew yek pêk nayê. Di tekoşînekê de ku em pê bawerin, prensîbeke esasî heye û ew jî ewe ku divê tu çi dibêjî, bixwe pêk bînî. Em jê re dibêjin jiyanî kirin. Yanî di jiyan û kesayet û reftarên xwe de pêk bînin! Ger kesên wisa hebin ku fikir û gotin û kiryarên wan yek bin, wê demê dikarin basa çê kirina sîstêmeke adil û azad û wekhev bikin. Niha hemû tekoşîna me ewe. Rêberê me jî hewil da ku wê kesayetê çê ke. Hemû keda wî ew bû ku mirovên wisa çê ke û çê kir jî. Tekoşîna ku niha tê kirin, bi destê kesên wisa tê kirin ku ew kesayet xwe de çê kirine. Ew “xwe çê kirineke şoreşgerî” ye. Lewra ew gotina we girînge. Tekez bêyi hebûna pêşengan, tekoşîn pêşde naçe. Ew yek weke her dewerê, ji Îranê re jî wisa ye. Dîroka Îranê tije nerastî û şaşitî û inkare. Tenê bi kesayeteke rast dikare ew hemû kirêtî û şaşitî bê sererast kirin. Mixabin partî û tevgerên derveyi me guh nadin wê yekê û planên wan hemû di qada siyaseta jor de ne, siyaseta dewletî û girtina desthilatê. Lê em hewil didin ku kesayeta pêşengekê çê kin ku azad be, cinsiyetperest nebe, zanisthez be, netewperest nebe û bikare bi ramaneke azad tevger û reftarên xwe pênase bike û pêk bîne û wisa jî hewil bide ku civakeke paqij çê ke. Em jê re dibêjin “meşa di şopa heqîqetê” de. Yanî karê partî û tevgera me tenê siyasî nîne, rehendên wê yên felsefî û civakî jî hene û endamên wê jî ji bo pêşengtî ji bo jiyaneke felsefîk û civakî û exlaqî têdikoşin. Ew rol û rista pêşengekê ye ku em bawerin divê hebe. Ew dermanê derdê qeyrana kesayetê ye ku bi bandora desthilatdaran li Îranê de çê bûye. Lewra bêyi pêşengan, zehmete ku “Şoreş” yanî guhartinek di civak û desthilat û bi giştî di “jiyan”ê de çê be.

- Bi berçav girtina bûyerên ku sala 2023’an de qewimîn, em sala 2024’an li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li benda çi bin?

Sala 2024’an saleke girîng e. Dema mêzeyi şerên heyî dikin jî dibînin ku dê rewş weke berê nemîne. Pirsgirêk hatine asta ku dê biteqin. Ew bi salane ku hêzên heyi naxwazin rûbirû bibin û hewil didin bi şerên bi destê kesên din bêne beramber hevdu. Niha dema wê yekê jî tije dibe û nakokî mezintir bûne. Di rewşên wisa de derfet û hêviyên tekoşînê jî zêdetir dibin. Sala bê li hemû herêmê û cîhanê di saleke cudatir be. Dibe ku paşketin jî hebin û xirabtir jî bibe, ew yek girêdayi bûyeran û girêdayi tekoşînê ye. Sala 2024’an dê li Rojhialtê Kurdistanê û li Îranê jî cudatir be. Dewletê hinek milê derve de karên xwe rêkxistine û dixwaze ku hindir de bandora xwe çê ke. Gel jî gelek ezmûn girtin. Hêzên siyasî jî zelal bûn. Yên ku bi maskên cuda dixwestin ji bo dest xistina desthilatê kar bikin jî eşkere bûn û di rastiyê de riswa jî bûn! Gel mahiyeta wan nas kir. Hêzên Kurdî jî derket ku zêdetir nikarin bi wî awayê klasîk berdewam bikin, yan dê xwe biguherin û gavekê bavêjin, yan dê bi giştî nemînin. Pêwîst bû ku ew mijar hemû zelal bin û zelal jî bûn. Niha em jî amadekariyên xwe dikin ku li gor rastiyên ku eşkere bûn bikevin sala nû. Em dizanin ku erkên mezin yên siyasî û rêxistinî li benda me ne. Em di çarçeveya Îranê de difikirin û bawer nakin ku êdî azadiyek ji bo beşeke Îranê bi tenê gengaz be. Bêyi demokratîk bûna Îranê, zehmete ku beşek bigihîje azadiyên xwe. Herwiha hevgirtina gelan di pêvajoya serhildana Jin, Jiyan, Azadîyê de jî nîşan da ku divê tevgereke şoreşger çawa bifikire û çawa mêzeyi meseleya tekoşînê bike. Nabe di herêmekê de bisinûr bibe. Azadîxwazî nikare xwedî sinûr be, divê gelenperî be. Ew yek nîşan dide ku erkên me pir mezinin, giranin.

Hem bûyer û pêşhatên ku hene, hem jî amadekarî û fikirên me nîşan didin ku sala 2024’an dê saleke tije xebat û tekoşîn bibe. Ger em mêze bikin, emê bibînin ku hemû beşên din yên Kurdistanê de û hetta hemû herêmê de û gelek dewerên cîhanê de jî wisa ye, saleke giran û lez li benda herêmê ye û em di wê herêmê de ne. Em wê yekê dizanin û li gor wê jî tevdigerin.

- Hedefên hêzên we, hêza azadîxwaz a Rohilatê Kurdistanê di sala nû de çi ne?

Me got ku armanca me ewe ku bi wan daneyên ku me bas kir, em rêxistina xwe berfireh bikin. Kar bikin û civaka xwe ji pêşhatên ku têne payin çê bin re amade bikin. Me sala borî hinek kêmasî di karê xwe de dîtin ku em niha dinirxînin û dixwazin ku çareser bikin. Hem di warê kar bi gelên dîtir yên Îranê de û hem jî di warê performansa xebatkaran de. Herwiha me lîstok û rêbazên dewletê jî dîtin. Em bi diqqet rewşa heyi ya li beşên din yên Kurdistanê de jî dişopînin. Em hewil didin li gor wan hemû rastiyan û faktoran dîsan xwe amade bikin û rêxistina xwe dûbare bixin nav kar. Herwiha rêveberiya me xwe amade dike da ku li gor rewşên nû bikare erkên xwe pêk bîne.

Hedefa me ewe ku em fikir û îdeya tekoşîn ji bo damezirandina pergaleke xwerêveber fêrî hemû gelên Îranê bikin, em dixwazin wê fikrê ku dermanê derdê hemû beşên civaka Îranê ye bidin wan. Herwiha em dixwazin di warê “azadiya jinan” de berfirehtir kar bikin û destkeftên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di wî warî de biparêzin û mezintir bikin. Me behsa qeyranê kir, çareseriya me ji qeyranê re heye û em dê sala nû de ji bo wê têbikoşin: çareseriyeke azadîxwazne, demokratîk û ekolojîk. Me basa rewşa siyasî kir, em her rewşên egerdar (muhtemel) re amade ne. Me basa pêşengtiyê kir, pêşengên me bi eşiq û evîn ji kar re amade ne û niha kar dikin. Dibe ku pirsgirêk hebin, lê rûhiye û moralê me jî bilinde û irade û israra me mezine. Emê kar bikin û erkên xwe pek bînin û di encama wê de azadî û demokrasî û wekheviyê ji gelê xwe re diyarî bikin. Wisa emê bibin layiqê yê ku ew rê nîşanî me dayi û layiqê kesên ku pişta xwe dane hevaltiyê û canê xwe feda kirin. Bi hêviya rojên azad û spas ji we û keda we re.