YPG'ê nasnameya 3 şervanên Xezeba Firatê eşkere kir

YPG'ê nasameya 2 şervanên xwe yên di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de şehîd bûn û şervanekî ku di encama nexweşiya dil de şehîdb bû eşkere kir.

Navend Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe yên di operasyona rizgarkirina Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbûn û şervanê bi navê Dilbirîn Qamişlo ku di encam nexweşiya dil de şehîd bibû eşkere kir.

YPG'ê diyar kir ku tevî rewşa hewayî ya xirab Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe dewam dike. Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê cihê xwe di nav de digrin, çalakiyên xwe zêdetir dike, bi hezaran welatiyên sivîl diparêze û herêmê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dike.
Navendê Ragihandina YPG'ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

"Di berdewamiya vê pêngavê de şervanan di 14’ê Çileyê de, gundê Odyan ku dikeve bakur-rojhilatê bajaroka Mehmûdiyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û gavekî din nêzîkê navenda terora DAIŞ’ê bûn.

Di çarçoveya vê pêngavê de, Ji 30’ê Kanûna 2016 û heta 1’ê Çileyê Argeş Amed û Çiya Nemir ku weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi moralekî bilind beşdarê operasyonan bibûn, piştî êriş li ser çeperên DAIŞ’ê bi cesaretekî mezin û fedariyekî bêhempa şehîd bûbûn.

Her wiha şervanê YPG Dilbirîn Qamişlo ku erkê xwe di beşa temîrgeha li bajarê Qamişlo pêk dan, roja 13’ê Çileyê di encama nexweşiya dil de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Weke YPG’ê, di serî de ji malbatên her 3 şehîdan, ji tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, em sond dixwin ku rêça şehîdan de bimeşin."

Nasnameya şervanên YPG'ê yên ku şehîd bûne:

Nasnav: Argeş Amed 
Nav û Paşnav: Veysel Kardaş
Navê Dayikê: Songûl
Navê Bav: Hisameddîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê:Gundê Caber Xerbî- Reqa -30/12/2016 
***
Nasnav: Çiya Nemir
Nav û Paşnav: Nevraz Resûl
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Resûl
Cihê Jidayikbûnê: Qeladiz
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Caber Xerbî- Reqa - 1/1/2017
***
Nasnav: Dilbirîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Fewaz El-Îsa
Navê Dayikê: Feryal
Navê Bav: Fewaz
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo - 13/1/2017