Yên bi Tirkî li ser dîmenên restoranta Hoqqabazê daxivin kî ne?

Ragihandina PDK’ê dîmenê kuştina berpirsê MÎT’ê ya li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê belav kir û dengê wan kesê ku bi Tirkî li ser dîmenên Hoqabazê diaxivin qut kiriye kî ne?

Îro ragihandinên PDK’ê dîmeneke yek deqeyî belav kiriye û îdîa dikin ku dîmenê kuştina rêveberê MÎT’ê Tirk a li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê ye, lê belê tişta balkêş ew e ku kesên di dîmenên hatine parvekirin de bi zimanê Tirkî diaxivin.

Di ragihandinên PDK’ê de dengê ew kesên ku bi Tirkî diaxivin hatiye jêbirin. Lê belê heman dîmen di tevnên civakî de hatiye belavkirin ku di vir de kesên dengê axaftinên wan tên bihîstin bi Tikrî ne.

Di dîmenên ku duh Ajansa Nûçeyan ya Firat’ê (ANF) bi rêya çend çavkaniyên taybet eşkere kiribû; heyete MÎT’ê ya Tirk a 17 kesî ku di nava wan de cîgirê Serokê Îstixbarata Tirkiye Hakan Fîdan jî bi endamên dezgeha sîxortiyê ya PDK‘ê Parastinê bi mebesta ku îtîrafnameya ku berê hatî amade kirin îmze bikin, Mezlûm Dag û Mihemed Beşîksîz êşkence kirine.

Piştî rojekê ku ANF ew rapore belav kir û şûnde dîmen hatiye belavkirin ku têde hindek kes bi Tirkî diaxivin. Ew kesên ku di nav dîmen de dengê wan tê û bi Tirkî diaxivin heman heyeta MÎT’êya Tirkain û qaşo mijûlê lêkolîn kirina dîmenin.

Dengê ew kesên ku li ser dîmenê bi Tirkî diaxivin agahiyên ANF’ê piştrast dike ku heyeta dezgeha sîxûrtiyê ya MÎT’ê di derbarê bûyerê de lêkolînan dike. Lê di derbarê destgirtna vê dosyayê de ji hêla MÎT, PDK û hêzên ewlekariyê ti daxuyaniyek ji bo ragihandinan û raya giştî û dezgehên çapemeniyê nehate eşkere kirin.