Li Sydneyê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li standa ku hat vekirin komploya 9’ê Cotmehê hat teşîrkirin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê li standa ku hat vekirin komploya 9’ê Cotmehê hat teşîrkirin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê di çarçoveya kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de stand hat vekirin.
Di standa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ve li qada Town Hall a navenda bajêr hat vekirin de pirtûkên Abdullah Ocalan hatin nasandin û belavokên daxwaza azadiyê hatin belavkirin.