BI DÎMEN

Li Freiburgê li dijî tecrîdê hevdîtina gel

Li Freiburgê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina gel hat lidarxistin.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtina gel hat lidarxistin. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok tevlî hevdîtina gel bû. Di hevdîtina gel de bal kişandin bi ser tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rageşiyên li Rojhilata Navîn û têkoşîna azadiya gelê Kurd.

Di axaftinan de hate gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî mafê mirovan e. Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî axivî û bal kişand bi ser rageşiya li Rojhilata Navîn.

Di dawiya axaftina de banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê a li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin.

Di hevdîtinê de bêyî navber dirûşmeyên “Biji Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.