BI DÎMEN

Çalakvanên Nobeda Azadiyê Komploya 9’ê Cotmehê Şermezar kirin

Nobeda Azadiyê ku li Strasbourgê pêk tê, bi koma ji Parîsê dewam dike. Koma Parîsê Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û banga xwedîlêderketina Nobeta Azadiyê kir.

NOBETA AZADIYÊ

Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di hefteya 642’an de berdewam dike. Çalakî her hefte ji aliyê welatparêzên Kurdistanî yên ku ji welatên cuda yên Ewropayê tên didome. Koma ji Parîsê hat Nobeta Azadiyê dewr girtin.

Koma Parîsê ji Silêman Kure, Alî Dag û Kamil Akkale pêk tê. Alî Dag, Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Divê em Kurd timî li vir bin. Divê em li dijî vê pêkanîna li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestin."

Li ser navê koma ji Parîsê hat, Silêman Kure jî axivî û got: “Rêberê me ev 26 sal e di bin tecrîdê de ye û ev çar sal e jî em ji Rêberê xwe tu agahiyan nastînin. Gelê Kurd ji ber vê yekê her tim li ser pêyan e. Ji dayikên şehidin heta dayikên girtiyan û Dayikên Şemiyê gelê me timî li dijî zilmê li ber xwe dide. Divê Kurdistaniyên li Ewropayê jî li ser piyan bin û xwedî li Nobeta Azadiyê derkevin.”

Li ser navê Desteya Amadekar a Çlakiya Nobeta Azadiyê Zulfu Bingol jî axivî û ev tişt gotin: “Ewilî ez komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatiye şermezar dikim. Kurdan tu carî ev komplo qebûl nekiriye û li dijî komployê li ser piyan e. “