BI DÎMEN

Li Kelarê pirtûka "Efsaneya Mirovheziya Rojava" hat nasandin

Li bajarokê Kelarê ji bo nasandin û belavkirina pirtûkeke nû ya bi navê "Efsaneya Mirovheziya Rojava" merasîmek hat lidarxistin.

Li eywana Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê ji bo nasandina pirtûka bi navê "Efsaneya Mirovheziya Rojava" merasîmek hat lidarxistin. Pirtûk ji aliyê nivîskarê pirtûkê Berzan Emîn Hacî ve hat nasandin û pêşkêşî beşdaran hat kirin. Pirtûk behsa mirovheziya sexte ya Ewropa û Emerîkayê dike ku bûye sedema piraniya şer û malwêranî û talankirina aboriya gelan. Der barê pirtûkê de Berzan Emîn Hacî ji ANF’yê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Berzan Emîn diyar kir ku naveroka pirtûkê siyasî, fikrî û aborî ye û got: “Şer ji bo sermayeyê pêwîstiyek e. Divê em hemû bi awayekî radîkal li ser pirsgirêka şer xwendinê bikin da ku em bikarin berjewendiyên siyasî yên li pişt şer fam bikin. Divê em aliyê aborî girîng bibînin, ji ber ku di cîhana îroyîn de aborî ji bo şer tê bikaranîn. Beşeke mezin a welatên mezin hilberîna xwe ya aboriyê li ser pîşesaziya hilberîna çekên leşkerî ava kirine."

Berzan Emîn anî ziman ku welatên Rojavayê ji bo ku alavên wan ên şer bên bikaranîn, hewl didin ku şer derxin, ji ber ku şer baştirîn amûr e ji bo firotina çek û alavên din ên şer û bi vî awayî jî bingeha xwe ya aboriyê xurt dikin.

Berzan Emîn Hacî da zanîn ku pirtûk û xwendin baştirîn amûr in ji bo hişyarkirina takekes û civakê û got: "Di civakê de ji bo her guherîneke bingehîn hişyarî pêwîst e, ev jî bi xwendinê pêk tê. Asta hişyariyê ya civaka me heta radeyekê lawaz e, lewma divê em vegerin pirtûk û xwendinê da ku em bikarin paşxaneya zanîna xwe xurt bikin."