Li Dusseldorfê Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî hat lidarxistin

Li Dusseldorfê 6 tîmên futbolê ketin pêşbirkê û ji bo serketiyên tûrnûvayê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên Abdullah Ocalan wekî diyarî hatin dayîn.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi minasebeta Roja ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî tûrnûvaya futbol hat lidarxistin.
 
Beriya tûrnûva dest pê bike Meclîsa Gelê Kurd a Dusseldorfê derbarê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de axaftineke kurt hat kirin û armanca pêngavê hat ravekirin.
 
Tûrnûvaya ku duh di navbera saet 17:00-20:00’an de li Cosmos Sporthalle ya Dusseldorfê hat kirin û 6 tîmên futbolê yên bi navên Welatê Rojê, Depspor, Gimgimspor, Amedspor, Çermîkspor û Dersîmspor beşdar bûn. Pêşbirk li du saheyên cuda hatin kirin û bi tevahî 8 maç hatin kirin. Tîma Welatê Rojê ku ji Monchengladbachê beşdar bibû bû yekemîn û tîma Çermîksporê ku ji Dusseldorfê beşdar bibû jî bû duyemîn.
 
Wekî xelat jî pirtûkên Abdullah Ocalan ên bi navên “Sosyalîzm û Pirsgirêkên Şoreşê” û “Li Mixatabekî Digerim” hatin dayîn.