11 endamên KESK'ê hatin binçavkirin

Li Stenbol û Amedê herî kêm 11 endamên KESK'ê hatin binçavkirin.

Polîsan li hin navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên danê sibehê yên li Stenbolê de di çarçoveya lêpirsîna ku li Stenbolê hatibû destpêkirin de endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kedkarên ku birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye ragihandin. 

Li Amedê di serdegirtina malan de endamê Egîtîm Senê yê Şaxa Amedê Yûsûf Emînoglû hat binçavkirin.