BI DÎMEN

Li Erîvanê festîvala kêmaran hat lidarxistin

Kurd bi çanda xwe beşdarî festivali Erîvanê bûn û pirtûka Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan a bi wergera Ermenî rast eleqeyeke mezin hat.

Li paytexta Ermenistan Erîvanê li Parka Anglialeyê festîvala kêmaran hat lidarxistin.
Her kes bi rengê xwe beşdarî festîvalê bû û çand û dansa xwe pêşkêş kir.
Koma Zarokan a Govendê ya Biharê û hunermend Zagros Rojhilat derketin ser dikê, cil û berger Kurdan û keresteyên çanda Kurdî hatin pêşkêşkirin.


Beşdaran eleqeyeke mezin nîşanî pirtûka Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan a bi wergera Ermenî da û pirtûk ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hat îmzekirin.
Hevserokê Desteya Kurdistanê Silo Dirboyan derbarê festîvalê de wiha axivî: “Beşdarbûna festîvalê li ser navê xwişk û biratiya gelan girîng e. Ji ber ku her kes li vir çanda xwe nîşan dide û nêzî hev dibe. Em weke Kurd her tim beşdarî festîvalên bi vî rengî dibin; çand, govend û stranên xwe pêşkêş dikin. Em dixwazin ku çanda me ya dewlemend ji aliyê hemû gelen ve bê nasîn, bi heman awayî divê em jî çanda gelên din binasin.
Mamosteyê koma govendê Kejê Reşoyanjî got, “Ji bo ku çanda me winda nebe em her sal beşdarî festîvalê dibin. Em sal beşdarî sê festîvalan bûn û her sê festival jî bi serkeftî derbas bûn. Di vê festivale de 11 gelên cuda hebûn û hem ew beşdarî çanda me bûn hem jî em beşdarî çanda wan bûn.”
Li bajarê Dilîcanê yê Ermenistanê jî festîvala cil û bergan hat lidarxistin û Kurd bi cil û berg û xwarinên xwe yên gerdîşî beşdarî festîvalê bûn.


Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di festîvalê de cih girtin û pirtûka Abdullah Ocalan a bi çapa Ermenî li beşdaran hate belavkirin.