Yek ji parêzvanên destpêkê yên mafên jinan: Olympe de Gouges

Di têkoşîna azadî û wekheviya jinê de pênûsek wêrek: Olympe de Gouges bi nivîsên xwe serî hilda, mafê jinan parast û berdêla wê bi canê xwe li giyotineyê da.

Marie Gouze, ku bi navê Olympe de Gouges tê naskirin, weke yek ji ramangerên jin ên herî girîng ên sedsala 18'emîn cihê xwe di dîrokê de girt. Gouges ku di sala 1748'an de li bajarê Montauban ê Fransayê jidayik bû, bi ramanên xwe yên wêrek, bi taybetî di dema Şoreşa Fransayê de weke parêzvaneke dilxwaz a mafên jinan derket pêş.

TÊKOŞÎNA WÊ YA JI BO MAF Û WEKHEVIYA JINAN

Olympe de Gouges, di wê serdemê de li ser avahiya civakî lêhûr dibû û diyar dikir ku divê mafê jin û mêr wekhev bin. Danezana Mafên Jinan (Declaration des Droits de la Femme et de la Citoyenne), ku wê di sala 1791’an de nivîsandibû, bersivek bû ji Danezana Mafên Mirov û Hemwelatiyê re, ku yek ji metnên bingehîn ên Şoreşa Fransa ye. Ev danezan yek ji belgeyên yekem ên ku daxwaza naskirina mafên jinan ên siyasî û civakî dike, tê dîtin.

WÊREKIYA WÊ BÛ MÎRATE

Nivîsên Gouges tenê bi mafên jinan re sînordar nebûn. Li dijî koletiyê derketiye, neheqiyên civakî rexne kiriye û li dijî zêdegaviyên li Fransaya piştî şoreşê jî dengê xwe bilind kiriye. Tevî ku ne alîgirê monarşiyê bû jî, li dijî darvekirina Qral XVI. Louis derketiye û nêrîna ku ‘tundî zerarê dide ruhê şoreşê’ parastiye. Ji bo vê jî ji hêla Jakobenan ve hate hedefkirin û weke ''şoreşgereke dijber'' hate binavkirin.

JI BER RAMANÊN XWE TÊ GIRTIN

Olympe de Gouges, di sala 1793’yan de ji ber ramanên xwe hat girtin û ji hêla dadgeha şoreşgerî ve hate darizandin û şandin giyotînê. Her çend mirina wê nîşan da ku têkoşîna ji bo mafên jinan çiqasî xeternak e jî, bi demê re fikrên wê zêdetir hatin qebûlkirin. Îro jî fikrên wê îlhamê dide tevgerên jinan û parêzvanên mafên mirovan.

Olympe de Gouges ne tenê nivîskarek an ramangerek bû, di heman demê de kesayetek pêşeng bû ku ji bo guhertina civakî têkoşîn dikir. Olympe de Gouges bi wêrekî, raman û pênûsa xwe di têkoşîna wekheviyê ya jinan de şopek ku nayê jibîrkirin hişt.

Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons