Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer ku îsal cara 15’emîn tê lidarxistin, bi dirûşmeya “Bi Şoreşa Çandî re ber bi Sosyalîzmê ve” bi coşekî mezin hate destpêkirin. Mihrîcana ku bi hezaran ciwan tevlî bûn, hem piştevaniya çandî û hem jî hêviya azadiyê anî ba hev.
Mihrîcan ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê û sirûda neteweyî ya Kurd destpê kir. Ciwanan gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin.
Di axaftinên vekirinê de peyamên derbarê pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat pêşxistin de hate dayîn. Axaftvanan destnîşankirin ku aştî ne tenê çareseriyekê siyasî di heman demê de ji bo dostaniya di navbera gelan de û aramiya civakî girîng e.
Di tevahiya mihrîcanê de gotinên “Ciwan dînamoya şoreşê ye” ya ku Rêber Apo li ser ciwanan kiriye hate bibîrxistin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê ciwan birêxistinkirî û hişmend bibin.
Yek ji beşên balkêş ên mîhrîcanê performansa muzîkê bû. Di çalakiyê de Bermal Çem, Şeyda Perînçek, Koma Hezex, Îbo Qamişlo û Koma Gimgim derketın ser dikê. Beşdaran jî li ber stranan govendê gerandin û tilîlî avêtin.
Standêên pirtûk, xwarinên herêmî, cil û berg û çandî eleqeyekî mezin dît. Qadên înteraktîf ku taybet ji bo ciwanan hate avakirin, enerjiya mihrîcanê zêde kir.
Qada festîvalê bi gerandina govendê bi coş bû. Li hev kombûna beşdarên ji bajêr û welatên cuda, atmosferekî yekîtî û piştevaniyê ya xurt afirand. Marsîlya bi dirûşme, muzîk û dansan veguherî cihê cejnê.