YBŞ: Sîxur li ku dibin bila bibin, wê hesab ji wan bê xwestin

YBŞ'ê li ser 'Operasyona Tolhildanê' ya li dijî sîxuran daxuyanî da û diyar kir ku armanc ji tevna sîxuriyê têkbirina nirxên civakê ye. YBŞ'ê destnîşan kir ku sîxur û noker li ku dibin bila bibin, wê teqez hesab ji wan bê xwestin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê li ser torên sîxûriyê yên MÎT’ê û Parastinê ya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Ev demeke me şopandina noker û sîxûrên girêdayî PARASTIN û MİT’a Tirk operasyonek ya Tolhildana Cangoriyan daye destpêkirin.

‘JI BER BÊ HÊZÎ EWQAS ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ PÊK HATINE’

Tê zanîn yek jê sedema sereke ya ribûrûbûna me ya gelê Êzidî ji gelek jenosîdan re me hêzek ya xwe ya parastinê ya xweser rêxistin nekiribû û em xwe pê biparêzinbû. Piştî êrîşa qirkirinê ya ser destê DAÎŞ’ê a sala 2014’an, me ji dîroka xwe ders derxist. Bi avakirina Yekiniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku di nava jenosîdê de çêbûye û bûye yekane mîsogeriya herî mezin ku rewşa sala 2014’an carekedinê dûbare neye jiyîn. Di heman demî de dawî li wan qirkirinan anî. Lê belê Dewleta Tirk û alîgirên we ev binkeftina DAÎŞ’ê hezim nekirine bi rê û rêbazên cuda ve dixwazin tişta DAÎŞ’ê bi sernexiste bigîhînin encamê û ser wî esasî ji gelê me, hêzên me û saziyên me ji bona xwe dike hedef û êrîş dike. Dixwazin careke din civaka me bê parastin bihêlin da ku armancên xwe ser civaka me pêk bînin. Her wûha bi wî rengî ji civaka me vegerînin rewşa beriya sala 2014’an.

‘DIXWAZIN BI TORÊN SÎXÛRIYÊ NIRXÊN CIVAKA ME BINPÊ BIKIN’

Dewleta Tirk bi her awayî êrîşên xwe li ser herêmê berdewam dike. Yek jê armanca êrîşên wan ew e ku têkbirina aramî û ewlekariya herêmê; bênpêkirêna nirxên civaka me û bêhêvîkirina gelê me ye.

Dewleta Tirk ya dagirker di van salên dawiyê de bi rêbazên şebekeyê sîxûr û nakoran lê herêmê xebatên îstîxbarî dide meşandin. Bi vî awayî li herêmê bi rêya van sîxûran ji dixwazin nirxên civaka me binpêbike û gûmanan zêde bike. Ser vî esasî ji xebateke berfireh didan meşandin. Ji aliyekê ve hewildidin kesayetên civaka me cewherê wan ya pak vala bike ji aliyekê din ve jî hewil dide şervan, fermandar, kesayetên pêşeng yên civaka me ku di sazî û desgehên rêvaberiya xweser de xebat didin meşandin dikirin armanca êrîşên xwe. Di heman demî de tişta dijmin dixwaze bike yek jê bê tifaqî xistina nava civaka me de, nexweşî xistina navbera êşîrên me de ye. Dixwaze bi van leyîstokan tevlîheviyekê têxe nava gel ku beramberî hev bê bawerî bide avakirin û gelê me neyê cem hev bi hevre ji bona pêşeroja xwe têkoşîna azadiyê nedin meşandine. Ji bo wê jî lazime gelê me û civaka me şiyarbin, lazime berovajiya hatina leyîstokan em van leyîstokan vale derxînin, em tifaqa xwe xûrtbikin û rê nedin sîxûrtiyê. Divê em têkoşîna xwe wûsa mezin û xurtbikin ku dijmin nekaribe bi tu awayî sîxûran têxe nava me û êrîşê nirxên me bike. Yên ku ev karane kirine ew berpirsiyarin, yên ku hevalên me û gelê me şehîd xistine ew wê hesab bidin. Ji bo wê jî em bi rêbazeke rêxistinî ser disekinin û vî xebatê xwe yê li dijî şebekeyên sîxûran didin meşandin.

‘BI DELÎL Û BELGE BI RAYA GIŞTÎ RE HATINE PARVEKIRIN’

Di vê watê de me weke Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinin Şengalê (YBŞ/YJŞ) li hemberî van şebekeyan, vê siyaseta gemar û kiryarên bê exlaqî û dijî mirovahiyê xebatek ya şopandin û eşkerekirina planên wan daye destpêkirin. Di encama vê xebatê xwe de hejmarek ya van sîxûran, belge û delîlên neyên redkirin me bi dest xistin. Me ev encam û îtîrafên ku hene beşek ji wan bi raya gîştî re parvekir. Ev xebatê me hîna berdewame û li ser delîlên heyî lêkolînên me berdewam dike.

BANG: XWEDÎ HELWEST BIN; WAN XWÎNA GELÊ ME RIJANDINE

Li ser vî esasî em bang li hemû beşên civaka xwe dikin, di serî de rû spiyên eşîrên xwe yên hêja ku di civakê de xwedî roleke girîngin, xwedî helwestên hêjayî gotinin û her kesê ku xwedî wijdana zindîne dikin. Lazime li hemberî van qirêjiyan û siyaseta gemar xwedî helwestbin. Li hemberî qirkirinan û komkujiyên ji aliye dagirkeriyê ve têne kirin xwedî sekneke welatparêzîbin. Disa li hemberî van qirêjî û siyaseta gemar xwedî helwestbin, zarokên xwe ji vê îstîsmara bê exlaqî ku şermê û poşmantiyê bi xwere tîne dûrxînin. Ji ber vê yekê lazime em bi hevre bibin yek û van leyîstokên gemar pûç bikin û vala derxînîn. Dîsa lazime civaka me û gelê me baş bizanibe dema dijmin dibine ku her du aliyên Êzidî têne beramberî hev şerdikin pê keyfxweş dibin. Xweşiya dijmin diçe. Ew kesên ku dikevin bin xizmeta MÎT û PARASTINÊ li ser Êzdatiyê bêhesabin, ne êzidîne û Êzdatî ji wan kesan bêgûnehe. Ew ketine nava xefik, gemarî û qirêjiya îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê û PARASTINÊ. Ew kesên ku hemû nirxên civaka xwe binpêkirine û ji bo MÎT’a Tirk û PARASTINÊ xebat dane meşandin li xwe mikur hatin. Ev kesane hemû êrîşên pêk anîne yên weke şehîdxistina pêşengên me, li ser cîhên şervan û fermandarên me, cîhên kesayetên medenî yên di saziyên me de kar dikin, malbatên me yên hêja û birûmet agahî komkirine û dane dijmin. Ev xebatane jî ji bo çar qûrîşan kirine. Ew bûne sedem ku di serî de xwîna cangorî û fermandarê me yê hêja Dijwar Feqîr, dilsoz û welatparêzê heja Îbrahîm Derwêş Evdî û zarokê civaka me Salîh Naso ku dawzde salî bû û di heman demî de bûne sedemê xwîna gelê me yê medenî, hevrê û fermandarên me yên dine jî bê rijandin.

‘EM Ê HESAB JI WAN BIXWAZIN’

Em hevrê û şopdarê wan îro ji ser wê soza xwe ne ku pêktînin, em ê tola wan li gel tu kesê ku tiliya wan di xwîna şehîdên me de heye em ê nehêlin. Çawa ku ew îro hesab didin yên ku mane, xwe veşartine û reviyane jî wê dimildest hesabê xwe bidin. Bila tu kesê ku tiliya wî di nava xwîna şehîdên me de heye û reviyane nebêjin em xilas bûne. Ew li ku derê bin bila bibin wê teqez hesap jê were xwastin. Wê jiyan li wan bibe dojeh.

Em Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ji bo malbat û cangoriyên xwe sondxwarîne. Em sondxwariyê tola wan girtinê xeyal û armancên wan gihandina serkeftinê ne. Wê ser vî esasî xebat û têkoşîna me berdewam bike. Kî/ê hewil bide an jî bixwazibe aramiya gelê me têk bibe an jî destdirijiyê li nirxê civaka me bike bûye sîxûr em ê hesabê jê bipirsin.

Ser vî esasî em dibêjin bila canê şehîdên me şad be, şerm û rûswabûn ji bo noker û xayînan be."