Xizmên windayan vê hefteyê pirsa aqûbeta du birayan kir

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li aqûbeta birayan Mehemt Abdullîlah û Alî Osman Heyecan ên beîr 26 salan ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn ‘winda’ kirin, pirsîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 632’yan de çalakiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser hesabê medya dijîtal lidar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Abdullîllah û Alî Osman Heycan ên birayê hev ji sala 1995’an ve winda ne pirsîn.

Serpêhatiya windakirina herdu birayan ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz di destpêkê de Cejna Newrozê pîroz kir û xwest ev Newroz bibe hêviya aştî û dostaniyê.

Yilmaz anî ziman ku Mehmet Abdulîllah û Alî Osman Heyecan ên birayê hev li Cizîrê ji bo kar bibînin tengasî dikişandin, ji bo kar bibînin diçûn û Herêma Kudistanê û dihatin. Yilmaz da zanîn ku herdu bira ji bo bixebitin di bihara 1995’an de çûne Herêma Kurdistanê û dema ji kar vegeriyan e û li bavê xwe Halîl Heyecan ê li Îzmîrê dijiya geriyane û gotine di Deriyê Sînor de li ser wan lêgerîn pêk anîne û pişt re derbasî aliyê bakur bûne. Yilmaz got ev hevdîtina telefonê ya di navber bav û lawên wî de ya dawî bû û piştî wê axaftinê ji wê rojê ve agahî ji Mehmet Abdulîllah û Alî Osman Heyecan nayê girtin. Yilmaz anî zimanku tevî hewldanan jî herdu bira 26 sal in winda ne û agahî ji rewşa wan nayê girtin. Yilmaz xwest winda bên dîtin û faîl werin darizandin.