Xelkê Dîlokê: Nan û av bi dest me nakeve!

Mexdûrên erdhejê yên li Dîlokê ku bi derfetên xwe kon danîne û tu alîkarî negihiştiye wan, anî ziman ku nan û av bi destê wan nakeve.

Taxa Guzelvadî ya Dîlokê Dîlokê ji ber erdheja li Mereşê hilweşiyaye. Li taxê welatî şeva xwe li derve li derdora agir, di wesayîtên xwe û di konan de ku bi erfetên xwe danîne derbas dikin. Halîme Taştan a ku yek ji mexdûrên erdhejê ye anî ziman ku rewşa wan gelek xirabe û ew perîşanin.

HALÎME TAŞTAN: NAN Û AV BI DESTÊ ME NAKEVE

Taştan bi destên xwe cihê lê dimînin nîşan da û diyar kir ku ji roja erdehê û vir de nan bi destên wan nakeve. Taştan got ku malbata wan 15 ferdin û heta niha tu kes ji bo alîkariyê nehatiye ligel wan. Taştan anî ziman ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û got: “Em di rewşek xerab de ne. Ne nan, ne jî ava vexwarinê nîne.“

MERYEM XAN: EM LI ÇAREYA SERÊ XWE DINIHÊRIN

Jineke din zarok di hembêzê de û li ber kon rûniştî ye.

Dayika bi navê Meryemxan got ku ew ji Efrînê û nêzikê şeş meh in li Dîlokê ne. Meryem bi domdarî wiha got: “Ji kesê tu alîkarî nehatiye. Em li çareya serê xwe dinihêrin.“

Meryemxan a ku bi depik û kîsan kon vedane, got: “Zarokên me pir biçûkin. Nan û av tuneye.“

METÎN GULTEKÎN: 16 ZAROK BI JEHRIYÊ KETIN, AMBÛLANS NEHAT

Mexdûrê erdhejê Metîn Gultekîn ê ku destê xwe radike û dikana li hember nîşan dide û dibêje: “ Li vê dikanê 16 zarok bi dûyê komirê jehrî bûn. Me bang li ambûlansê kir. Lê ambûlans nehat. Zarok niha baş in. Me ew bi derfeta xwe baş kirin.“