Xelkê Colemêrgê li dijî kanê dest bi nobedê kir

Xelkê Colemêrgê li hemberî kana li herêma Marûnîsê dest bi nobedê kir.

Li gundê Marûnîs ê Colemêrgê, gel li dijî xebatên kanê yên ji sala 2007'an û vir ve diqewimin û dibe sedema wêrankirina xwezayê dest bi nobedê kirin. Xelkê herêmê dixwaze karê kanê yê Şîrketa Kanê ya Sedex Resoûrcesê bê rawestandin.

Girseya gel ji Pira Şinê ya li ser rêya bejahî ya Colemêrg-Çelê heta geliyê ku kan lê ye meşiya. Piştre jî li cihê ku xisar li xwezayê hatiye kirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Girseya gel daxwazên xwe ji xwediyê şîrketê re ragihandin. Koma ji 40 kesî nobeda destpêkê girt.

'AX Û AVA ME HERIMANDIN'

Salîh Kûrt anî ziman ku ew ji ber kanê mexdûr bûne û diyar kir ku kan li mêrgehê hatiye kolandin. Kûrt got, "Ji ber kanê xaka me bêkêr bûye, herimî ye. Kaniyên me yên avê bi jehr bûne ku welê lê hatiye ku ava wan nikare bê vexwarin. Hewa bêhtir gemarî bû, nexweşî rû dan."

Kûrt diyar kir ku çêrgehên heywanên wan hatine wêrankirin û got, "Bedewiya xwezayî ya gundê me xera bû. Tevî van pirsgirêkan xebatên kanê li şûna ku bên rawestandin bênavber dewam dikin. Tevî ku me wek gundî gelek caran serî li rayedaran dan jî çareserî ji pirsgirêka me re nehatiye dîtin. Êdî em nikarin debarê bikin. Ji bo parastina maf û gund û nifşê me yê paşerojê divê demildest xebatên kanê bêne sekinandin."

DAXWAZÊN GEL

Kûrt van daxwazên xwe wiha rêz kir:

“Divê demildest xebatên kanê yên li qadên mêrgên gundê Marûnisê bên rawestandin.

Divê zirara ku kan dide jîngehê bê telafîkirin.

Divê qadên jiyanê yên gundiyan bên restorekirin û wêraniya ku ji ber xebatên kanê pêk tên ji holê bê rakirin.

Divê li herêmê ji nû ve dar bên çandin."