Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê
Heyetek ji 39 kesan ku Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) pêşengiyê jê re dike, ji bo karibe Rêber Apo bibîne tê Tirkiyeyê.
Heyetek ji 39 kesan ku Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) pêşengiyê jê re dike, ji bo karibe Rêber Apo bibîne tê Tirkiyeyê.
Heyeta ji akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, hiqûqnas û sendîkavanan wê di navbera 1-2'ê Tîrmehê de li Stenbolê danûstandinan bike.
EFFP ji bo tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bike kampanya 'Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' dabû destpêkirin.
Di serî de Elmanya, Fransa, Belçîka û Swîsreyê kampanya li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
Heyet wê destpêkê di 1'ê Tîrmehê de serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bike ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike.
Heman rojê wê serdana Rêxistina Bajarê Stenbolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bike û piştre jî bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Danûstandinên heyetê wê 2'ê Tîrmehê li Taksîmê li otelekê bi 'Civîna li Dora Maseya Gilover' dewam bike.
Di civînê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê derfetên tevkariyê yên navneteweyî, xurtkirina qenalên siyaseta demokratîk û perspektîfên çareseriya aştiyane bêne nirxandin.
Di dawiya civînê de jî bi navê heyetê wê encamnameyeke hevpar bê weşandin.
Heyet piştî hevdîtinan wê ji Tirkiyeyê biçe.